Hêzên Pêşmerge 20 çekdarên DAÎŞ kuştin û 30 jî bi dîl girtin

 

Zumar (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge her 6 binkeyên polîsên petrolê yên Iraqê li bajarokê Zumar ji dest DAÎŞê desrxistin û 20 çekdarên DAÎŞ kuştin û 30yî din jî bi dîl girtin.

Berpirsê tev û liva fermandeya Hêzên Sefîn, Karesul Gerdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Îro sibehê şer di navbera çekdarên DAÎŞê û hêzên parastina petrolê yên ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ve derket, piştî ku DAÎŞê polîsek kuşt û 2yê din jî birîndar kirin, polîsên parastina petrolê ji binkeyên xwe revîn.

Karesul Gerdî diyar kir ku: “Hêzên lîwaya 8 ya Hêzên Fermandeya Dihok û Hêzên Fermandeya Sefîn bi hevbeşî êrîşeke 3 qolî li dijî DAÎŞ encamdan û gundê Berdye û Ehmed Axa ji dest çekdarên DAÎŞê derxistin.”

Navborî aşker kir ku pişît wî şerî, Hêzên Pêşmerge 20 çekdarên DAÎŞê kuştin û 30yî din bi dîl girtin û heta niha şer û pevçûn berdewamin, lê kêmtir bûye û dibe ku heta demjimêrekî din bidawî bê.

Wî berpirsî amaje kir ku, li navçeya Zumar di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de kêmtir ji 500 metir heye, wan xwe li çend xaniyan veşartiye û ew xanî jî malbat di nava wan de hene, ji ber vê yekê em nikarin gelek pêş bikevin.