Teqînên Kerkûkê nexweşiyên derûnî zêde kiriye

01-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Huner Ehmed

Kerkûk (Rûdaw) – "Eger rewşa asayişî her bi vî awayê niha bimîne, em neçar in bar bikin." Ew projeyên xizmetguzariyê di serdema îdareya nû ya Kerkûkê de pêkhatin, ji aliyê Hêmin Husên ve ne girîng in. Hêmin ku nişteciyê Kerkûkê ye dibêje "Ezê çi ji projeya xizmetguzariyê bikim eger ji bo demjimêrekê li ser jiyana xwe ne piştrast bim."

Amar derdixînin ku ew guhertinên di 2011an de li îdareya bajarê Kerkûkê hatin kirin, tiştek ji bo çareseriya beşê asayişî yê vî bajarî pê nebû. Pêde here ku di serdema vê îdareyê de hejmara teqînan bêhtir bû. Rewşa siyasî ya vî bajarî jî ti vekirin nadîtiye.

Bi sedema wê yekê ku hilbijartinên encûmena parêzgehan, di 2009an de li Kerkûkê pêk nehat, di nîsana 2011an de ji aliyê siyasetmedarên Kerkûkê ve lihevkirin li ser wê yekê bû ku guhertinê di îdareya bajêr de bikin. Ebdulrehman Mistefa ku ji sala 2003an ve parêzgehê Kerkûkê bû, ji vê postê hat hilanîn û li cihê wî Dr. Necmdîn Kerîm, ku ser bi YNK ye, hat danîn. Posta serokê encûmena parêzgehê hatiye dan bo Tirkmenan. Qaymeqamiya navenda bajêr jî hatiye dan bo PDK.

Tevî ku welatiyên bajarê Kerkûkê dibêjin ku destpêkê em pirr kêfxweş bûn bi vê guhertinê, lê niha nerîneke din heye. Ew dibînin ku ji dema ku vê îdareya nû destpê kiribû rewşa asayişî xirabtir bûye. Amar jî gotina welatiyan piştrast dikin. Her ji dema van du salan ve îdareya Kerkûkê bêhtirîn kêşeyên wê yên siyasî hebûn ligel Bexdayê, her di serdema vê îdareyê de hêza operasyona Dicelyê hate pêkanîn, ku beşekî mezin ê navçeyên derdora Kerkûkê xiste bin êrîşa xwe. Herwiha madeya 140 ji destûrê jî, di dema van 2 salan de bêhtirîn kelem li ber pêk anîn û hikûmeta Îraqê li gor pêwîst qerebûya erebên hawirde û awarê nekiriye.

Li gor van amarên ku hatin dan bo Rûdawê, di dema 2 salên borî de pirrtirîn teqîn li bajarê Kerkûkê derketin û pirrtirîn qurbanî jî jê ketin. Di sala 2011an de qurbaniyên teqînan 791 kes bûn. Lê di ala 2012an de ev hejmar bilind bû bo 1095 qurbaniyan.

Di sala 2011an de 34 otombîl li vî bajarî teqiyan. Lê di sala 2012an de zêde bû bo 60 otombîlan. Her di 2011an de 69 bumbeyên çandî teqiyane. Lê di sala 2012an de bo 323 bumbe bilindbûne.

Her li gor van amaran, rêjeya teqîne, qurbanî û karên tundûtîjiyê di heft mehên vê salê de, li gor heft mehên destpêka sala borî, bi rêjeya 30 ji sedî zêde bûye.

Ibrahîm Se'îd, xwendevanê zanîngehê ye, dibêje "Her rojê li Kerkûkê mirov riswa dibe. Îdareya Kerkûkê jî nikare gavan ji bo başkirina rewşa asayişî ya vî bajarî bavêje û çiqas salan dezgeha asayişî guhertin tê de nebûye."

Endamê komîta asayişî li parêzgeha Kerkûkê, xirabiya rewşa asayişî ya parêzgehê, di dema 2 salên borî de vegerandiye bo kûrbûna berberiya siyasî li nav aliyên siyasî yên Îraqê bi giştî û Kerkûkê bi taybetî. Navborî got "Pêwîst e aliyên siyasî li ser maseya danûstandinê bicivin û hewl bidin bo rizgarkirina vê rewşa nearam ku baskê xwe bi ser Kerkûkê de berdaye."

Teqînan nexweşiyên derûnî zêde kirine

Ev teqînên ku bûne beşek ji jiyana rojane ya xelkên Kerkûkê, bandora xwe li ser welatiyan hiştiye, bi sedema van dîmenên trajîdî yên di dema teqînan de dibînin.

Li gor van zanyariyên ku li beşê derûnî yê nexweşxaneya bajarê Kerkûkê hatin wergêran, di sala 2011an de 38 haletên nexweşiyên derûnî li beşê şaxê derûnî hatine tomarkiin û 2765 kesî jî serdana beşê rawêjkariya derûnî kiriye. Lê di sala 2012an de ev hejmar zêde bûye bo 95 haletên nexweşiya derûnî, 3165 kesî jî serdana beşê rawêjkariya derûnî kirine.

Serokê şaxê Kerkûkê yê sendîkeya bijîjkên Îraqê Dr. Muhsin Hemîd dibêje "Ev teqîn hokara sereke ye ji bo pêkanîna nexweşiyên derûnî. Pirraniya kesên ku bi nexweşiyên derûnî ketine, zarok û jin in, çiku ew bêhtir bi wan dîmenan têk diçin."

Tevî ku di serdema îdareya nû ya Kerkûkê de, ev bajar ji aliyê xizmetguzariyê ve pêşve çûye, lê rewşa nearamiya Kerkûkê kir ku ev pêşveçûn ji aliyê welatiyan ve ne pir cihê dilxweşiyê be.

Çalak Letîf, nişteciyê taxa Penca Elî li Kerkûkê dibêje "Ezê çi ji kevir, baxçe û kolanên xweşik bikim, di dema ku ez ji jiyana xwe ne piştrast bim, û berdewam nûçeyên mirina heval û kesên nêzîkî min jê tên."

Tundûtîjiyên Kerkûkê bi amar:

Qurbaniyên teqînan:

-          Di sala 2011an de 791 kes.

-          Di sala 2012an de 1095 kes.

-          Di sala 2011an de 34 otombîlên teqînê.

-          Di sala 2012an de 60 otmbîlên teqînê.

-          Di Sala 2012an de bo 323 bumbe bilind bûn.

-          Di sala 2011an de 38 haletên nexweşiyên derûnî li beşê şaxê derûnî hatin tomarkirin û 2762 kesîjî serdana beşê rawêjkarî yê derûnî kirin.

-          Di sala 2012an de ev hejmar zêde bû bo 95 haletên nexweşiyên derûnî. 3165 kesî jî serdana beşê rawêjkariya derûnî kirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst