Riha - Zarokê ku ket kanala avdaniyê xeniqî

01-07-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Kanala Avdaniyê Îbrahîm Alpak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 13 salî yê ku ket kanala avdaniyê xeniqî.

Doh berê êvarê zarokê bi navê Îbrahîm Alpak ji bo ku hênik bike ket coya avdaniyê û li ber avê çû.

Li ser agahdarkirinê tîmên parastinê yên sivîl, tîmên tenduristiyê û polîsên noqav çûn cihê bûyerê.

Cenazeyê Alpak nêzikî 40 kîlometreyî dûrî cihê ku ketibû avê ji avê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê term ji bo karên otopsiyê bir morga Saziya Bijîşkî Dadî ya Rihayê.

Li Bakurê Kurdistanê bi hatina havînê re hejmara kesên di coyên avê, çem û golan de dixeniqin zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst