Li Amedê mala malbateke Sûriyeyî hat şewitandin

01-07-2024
Nîşan Amed Mal Şewitandin Sûriyeyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, 2 welatiyên Sûriyeyê mala malbateke Sûriyeyî şewitand û ji cihê bûyerê reviyan.

Şeva borî li Taxa Kaynartepeyê mala malbateke Sûriyeyî ya ku 3 zarokên wan hebûn hat şewitandin.

Endamên malbatê xwe avêt derve û ji şewatê rizgar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê û tîman agir vemirand.

Di encama lêkolînên polîsan de diyar bû ku 2 kesên agir berdaye malê û reviyane jî welatiyên Sûriyeyê ne.

Polîsan ji bo desteserkirina her du kesan dest bi xebatê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst