AMED – Mînîbusê li du birayan xist: Yek mir, yek birîndar e

01-07-2024
Nîşan Amed Qeza Bira Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Ameda Bakurê Kurdistanê mînîbusekê li du birayan xist. Yek ji wan mir û yê din birîndar e.

Mînûbusa veguhastina nav bajêr, li Taxa Mesut Yilmazê li Ahmet M. (45) û kekê wî Mehmet M. (53) xist ku wan dixwest derbasî aliyê din ê rê bibin.

Piştî xeberdayîna kesên li derdorê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birayên birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.

Ahmet M. nehat rizgarkirin û li nexweşxaneyê mir û tedawiya Mehmet M. berdewam dike.

Li hêla din, keça Ahmet M. ya bi navê Semanur jî dema qezayê li cem bavê xwe û apê xwe bûye lê tiştek bi wê nehatiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst