Êrişî barhilgirên Tirkiyeyê tê kirin: Li Sûriyeyê çi diqewime?

01-07-2024
RÛDAW
Êrişî barhilgirên Tirkiyeyê hat kirin
Êrişî barhilgirên Tirkiyeyê hat kirin
Nîşan Efrîn Sûriye Qeyserî Grûpên çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriye û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ji ber pêwendiyên navbera Enqere û Şamê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Karvedanên gotinên Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên li ser asayîkirina pêwendiyan berdewam dikin.

Nêzikbûna Erdogan û Esed dibe sedema nerazîbûna grûpên çekdar û mixalefeta Sûriyeyê.

Êrişî barhilgirên Tirkiyeyê hat kirin

Li herêmên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de li dijî barhilgirên ku ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dibûn, êrîş hatin kirin.

Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî belav bûne, tê dîtin ku xwepêşander gule berî barhilgirên ku ji deriyê sînorî yê Bab El-Selamê derbasî El Babê dibûn tên reşandin û camên barhilgiran tên şikandin.

Herwiha di dîmenan de tê dîtin ku xwepêşanderên ku alayên “Artêşa Azad a Sûriyeyê hilgirtine alayên Tirkiyeyê yên li ser dadixînin.

Li aliyê din, hat îdiakirin ku xwepêşandana navborî ji bo protestokirina lihevkirina muhtemel a Tirkiye-Sûriyê hatiye lidarxistin.

Di dema ku di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de pêvajoya asayîbûnê tê meşandin, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê dinirxînin ku ev pêvajo li dijî wan e.

Li Efrînê şer û pevçûn

Hat ragihandin ku li Efrînê jî wesayîtên ku ji Tirkiyeyê dihatin bi heman awayî rastî êrîşan hatin.

Xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê yên li Efrînê berfireh bûne û li hin deveran şer û pevçûn derketin û gelek kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyeke herêmî di encama şer û pevçûnan de kesek hatiye kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku xwepêşanderan êrîşî avahiya “Walîtiya” Tirkiyeyê ya li Efrînê kiriye û sloganên dijî Tirkiyeyê avêtine.

SOHRê diyar kir ku xwepêşandan "bersiva êrîşên nijadperestî" yên li dijî penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst