Karsazên Bakurê Kurdistanê dixwazin li ser Herêma Kurdistanê vîze bê rakirin

01-07-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Bakurê Kurdistanê Herêma Kurdistanê Vîze Amed Karsazên Kurd Mihemed Kaya Îhsan Ogurlu
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Karsazên Bakurê Kurdistanê bang li kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyeyê kirin ku vîzeyên li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê rakin û di navbera Amed û Hewlêrê de jî heftiyê 2-3 rojan seferên balafiran bidin destpêkirin. Karsaz ji kabîneya nû bi hêvî ne. Ji ber ku di kabîneya nû de di asta herî jor de 4 Kurd cih digrin.

Piştî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê, seferên balafiran ên navbera Amed û Hewlêrê, Hewlêr û Amedê de hatibûn rawestandin.

Piştî hilbijartinên serokkomariyê û Parlamentoya Tirkiyeyê ku di meha Gulanê de pêk hat, kabîneyeke nû hate ragihandin. Di kabîneyê de 4 Kurd di asta herî jor de cih digrin. Karsazên Amedê ji kabîneya nû dixwazin careke din Tirkiye vîzeya li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê rake û seferên balafiran jî ji Amedê bo Hewlêrê ji nû ve bide destpêkirin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mihemed Kaya got “Karsazên kurd ên Herêma Kurdistanê di aliyê vîzeyê de zehmetiyeke mezin dikişinin. Divê em vîze bêne rakirin. Hêviya me heye ku vîze bêne rakirin. Hem jî hêviyeke me ya mezin çêbûye. Divê demildest gav bêne avêtin. Em ê heftiya pêşiya me derbarê vê mijarê de raporek pêşkêşî kabîneya nû bikin. Vê raporê hem pêşkêşî Wezîrê Derve û hem jî pêşkêşî Wezîrê Pîşesaziyê bikin. Ji ber ku Kurdistan û Iraq partrnerê me yê herî girîng ê bazirganiyê ne.”

Îhsan Ogurlu jî karsazeke mezin ê Amedê ye. Li Başûrê Kurdistanê 13 û li bajarên Iraqê jî 7 şaxên markeya xwe vekirine. Ew dibêje ji ber pirsgirêka vîzeyê û nebûna seferên balafiran, karsaz nikarin bi hêsanî bi hev re têkiliyeke xurt deynin.

Karsaz Îhsan Ogurlu dibê “Gerek vîzeyê zû rakin. Em niha dixwazin biçin Hewlêrê, ji ber deriyên Îbrahîm Xelîl û Xabûrê em karsaz dikevin stresê. Heftiyê herî kêm divê ji Amedê bo Hewlêrê heftiyê 2 an jî 3 seferên balafiran hebe.”

Ger Tirkiye li balafirgehên Hewlêrê û Duhokê xetên navxweyî veke û Amed bibe navenda berhevbûn û belavkirina rêwiyan, salane 5 milyon rêwî dê bi riya balafirgeha Amedê rêwîtî bikin. Ji bajarên weke Wan, Mêrdîn, Dîlok û Sêrtê jî dê xelk bi riya vê balafirgehê berê xwe de bide bajarên Başûrê Kurdistanê û Ewropayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst