Ji bo nexweşekî penceşêra lêvan ji çermê destê wî lêv hat çêkirin

01-07-2023
Ferdî Sak
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Erzerom Lêv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Erzerom a Bakurê Kurdistanê ji bo nexweşekî pencşêra lêvan ji çermê destê wî lêv jê re hat çêkirin.

Îsrafîl Taşkin welatiyekî ji parêzgaha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê ye. Berî salekê birîneke biçûk li ser lêva wî çêdibe lê ew vê birînê paşguh dike û naçe nexweşxaneyê. Piştî salekê dema diçe nexweşxaneya bajêr a Erzeromê dizane ku bi pençeşêra lêvan ketiye. Ji bo paqijkirina wê penceşêrê li nexweşxaneyê neştergeriyek jê re tê kirin lê beşeke zêde ya lêva xwe ji dest dide.

Pizîşkên nexweşxaneyê piştî neştergeriyê neştergeriyeke din jê re dikin û ji çermê destê wî lêvekê jê re çêdikin.

Welatî Îsrafîl Taşkin anî ziman, “Pencşêr li ser lêva min hebû lê heta qirika min belav bibû. ji qirik û lêva min paijkirin. Piştre ji destê min goşt jê kirin û ligel demaran  bi lêva min ve girêdan. Piştre parçeyek ji lingê min jî jêkirin û li destê min dan. Berê bo min gelek nexweş bû piştî neştergeriyê zarokên min xwarin didan min. lê niha çareserî ji min re hat kirin û ez ji nexweşxaneyê derdikevim.”

Lêv di encama neştergeriyeke 7 demjimêran de jê re hatiye çêkirin. Niha hinekî werimiye û wek dîmen baş xuya nake lê pizîşk dibêjin dê bi demê re ev werimîn jî nemîne û wek lêvek asayî xuya bike.

Pizîşk Burak Ergun Tatar got, “Hûn dikarin ji ling jî çerm werbigirin, lê me ji dest wergirt. Destpêkê wek hûn dibînin werimî xuya dike, lê di demên pêş de ew werimîn namîne û wek lêvek asayî lê tê. Ya girîng ew e ki niha dikare biaxive û xwarinê bixwe. Di vî warî de ti pirsgirek wî nîne.”

Îsrafîl Taşkin 66 salî ye û bavê 2 zarokan e. Berî ku ev lêv jê rê bê çêkirin nedikarî bi hêsanî bixwe û vexwe lê niha ji halê xwe raziye û spasdarê pizîşkên nexweşxaneyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst