Li Qersê birîna darên ku hirçên gewr xwe pê dixûrînin hat qedexekirin

01-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Qers Hirçên Gewr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamûşanê ya ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê birîna darên ku hirçên gewr xwe bi wan dixûrînin di çarçoveya parastina xweza û ajelan de hat qedexekirin.

Li parêzgeha Qersê Komeleya Xwezaya Bakur bi hevkariya Rêveberiya Parastina Xweza û Parkên Niştîmanî projeyeke bi navê “Lêkolîna Ajelên Goştxwar yên Daristanên Qamûşanê” birêve dibin û di vê çarçoveyê de darên ku hirçên gewr xwe bi wan dixûrînin û nêzîka 50 metre sitûriya wan heye dê neyê birîn.

Koordînatorê komeleyê Emrah Çoban amaje bi wê yekê dide ku wan di encama lêkolîneke berfireh û dîmenan tespîtkirina ku xwe têrkirin û xûrandina hirçên gewr taybetiyan li xwe digire.

Çoban dibêje, “Hirçên gewr ji bo du tiştan xwe dixûrînin. Yek xûrandina asayî û ya din jî bêhna xwe li daran dihêlin û bi vî awayî qadê nîşan dikin û ev jî tê wateyê ku ew der qada wan e. Herwiha ji binê lingê xwe jî bêhna xwe li qadê dihêlin.”

Hirçên gewr li seranserê cîhanê tenê ye ku dikare koç bike û piranî xwe li daristanên geş digre. Li gelek deverên Bakurê Kurdistanê jî tên dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst