Li Duhokê pevçûna çekdarî: Kuştiyek û 5 birîndar

01-07-2023
RÛDAW
Nîşan Duhok Pevçûna Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Kanî Spî yê navçeya Sêmêlê ya Duhokê di pevçûna malbatan de kesek jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Polîsê Duhokê Hêmin Silêman derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku di pevçûna malbatan de kesek jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Silêman diyar kir ku pevçûn derdora demjimêr 21:00an de di navbera malabetên ku xizmên hev in de derketiye.

Herwiha Hêmin Silêman da zanîn ku kesê jiyana xwe ji dest daye 42 salî ye û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst