Li Êlihê pevçûna malbatan: 3 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sasonê ya ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ve di navbera du malbatên ku tê gotin berê pirsgirêk di navbera wan de hebûne de pevçûn derket û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Ev demeke li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi sedemên cuda di nav bera malbatan de pevçûn derdikevin û dibe sedema kuştin û birîndarbûnan.

Vê carê jî, li gundê Ekinlik ser bi navçeya Sasonê ya Êlihê di navbera dû malbatên ku tê gotin berê pirsgirêk di navbera wan de hebûne nîqaş çêbûye û piştre şerê hev kirine û gule li hev reşandin e. Di encamê de Mîrzeydîn C. ê 52 salî, Şahîn B. ê 32 salî û Sabahattîn B. ê 35 salî birîndar bûne.

Birîndar bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê hatine veguhestin.

Di heman demê de derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye despêkirin.