Li Cizîrê şerê malbatan: Kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar e

01-07-2023
Ferdî Sak
Nîşan Cizîr Şerê Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di şerê di navbera dû malbatan de welatiyekî 50 salî hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li gor zanyariyan roja Înê 30ê Hezîrana 2023an li taxa Nur a Cizîrê di navbera 2 malbatan de ji ber sedemeke nediyar şer derket.

Di şer de welatiyekî bi nave Îbrahîm Ozkan ku temenê wî 50 sal in canê xwe ji dest da. Herwiha kesekî din ê bi navê Muhammed Ozkan jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û kesê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Termê Îbrahîm Ozkan jî bo beşa miriyan a nexweşxaneyê hat rakirin.

Hat ragihandin ku kesûkarên qurbaniyan çûne ber deriyê nexweşxaneyê û li navçeyê alozî berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst