Li Rihayê zarokê 12 salî di kanala avê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Heranê ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 12 salî ket kanala avê û di encam de canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyan 1ê Temûzê li taxa Şukurali ser bi navçeya Harranê zarokê 12 salî dema li ser kanala avê birêve diçûye hevsengiya xwe wenda kiriye û ketiye nav avê.

Herwiha li ser agahdarkirina welatiyan tîmên tendirûstî û agirvemirandinê dest bi kar û xebat kirine û  zarok 1 kîlometre dûrî cihê ku ketiye kanalê hatiye dîtin û bo Nexweşxaneya Dewletê a Harranê hatiye birin.

Lê ligel hemû midexaleyan zarokê 12 salî canê xwe ji dest daye.