Bombebaranên Tirkiyê ziyaneke mezin daye mêşvanên Amêdiyê

01-07-2022
Nayif Remezan
Nayif Remezan
Bombebaranên Tirkiyê ziyaneke mezin daye mêşvanên Amêdiyê
Bombebaranên Tirkiyê ziyaneke mezin daye mêşvanên Amêdiyê
Nîşan Mêşvan Amêdî Tirkiye PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şerê PKKê û artêşa Tirkiyê û her wiha bombebaranên dijwar ên Tirkiyê, ziyaneke mezin gihîştiye xwezaya Amêdiyê ya Herêma Kurdistanê. Ji bilî metirsiya canî ya li ser xelkê, mêşvanên devera Berwarî Bala çavkaniyên dahata wan a sereke jî ziyaneke mezin dîtiye. Mêşvan dibêjin, ew ji ber bombebaranan nikarin tenê kîlometreyekê jî mêşên xwe ji gund dûrbixin û vê yekê jî wiha kiriye ku berhema wan a hingiv dê îsal gelek kêm be.

Husên Ravînî li gundê Ravîna li herêma Berwarî Bala mêşvan e, ew mêşên ku berê bi dehan kîlometre dibirin zozanan, niha li ber deriyê mala xwe wan xwedî dike. Ji ber tirsa şerê Tirkiyê û PKKê ew nikare kîlometreyekê jî dûrî gund bikeve, di salekê de 38 mêşên wî mirine, ne tenê çavkaniya debara wî ji ber teqîna mînan zirar gihîştiye wî bi xwe jî.

Mêşvan Husên Ravînî got, “Mêşên me pir bê serûber in, her sal me ew dibirin zozanan, me ew dibirine Serzêrê, Binaviyê û Hedêneyê îsal em newêrin herin wan cihan, mêşên me gelek bê serûber in, berhema hingiv gelek kêm e, her roj derdora gund topbaran dikin.”

Li gorî amarên Dezgeha Çandiniyê ya Kanî Masiyê, ji ber şerê navbera Tirkiye û PKKê 671 malên hingivîn wêran bûne, par 5582 malên hingivîn ên xwezayî hebûn, îsal daketiye 4911 malan. Şîmal Ravînî yek mêşvanên navdar ên herêmê ye, ji 500 malên hingiv niha 300 mane. Heger bi avayî berdewam be dê berhema wî kêm be.

Mêşvan Şîmal Ravînî anî ziman, “Hinek cih hene li van mêşan tê ku tu 10 kîloyan jê werdigirî li wir 20 kîloyan werdigirî û cudahiya wê ev e û hingivê wê baştir e.”

Li gorî daneyên fermî par li herêma Berwarî 12 ton û 218 kîlo berhema hingiv hatiye hilberîn, îsal dema  berhemê nehatiye lê ji ber kêmbûna malên mêşên hingiv û metirsiya li ser herêmê berhem dê li gor salên borî kêmtir be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst