Amerîka zêdetir mûşek û teqemenî dişîne Ukraynayê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Amerikayê Pentagon dibêje Washington bi bihayê 820 milyon dolarê din çek û teqemenî bo Ukraynayê dişîne, ev di demekê de ye ku êrîşên Rûsyayê bo ser rojhilat û başûrê wî welatî berdewam in.

Ev çardemîn pakêta çek û teqemeniyê ye ku Amerika bo hêzên Ukraynayê dabîn dike; wek Pentagon dibêje, alîkariya du sîstema berevaniya asmanî, çendîn mûşek, 150 hezar gulên topî ên 155 mm û çar radarên dijî top li xwe digre.

Sîstema berevaniya asmanî ku bi Nasamis tê naskirin, pergalên mûşekên menzîla kurt û navîn in ku bi mûşekan ji erdê hedefên asmanî dixin xwarê.

Ev sîstem bo wê yekê ne ku Ukrayna bikaribe dijî firoke, dron û mûşekên cruise yên Rûsyayê parastina xwe bike.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê medyayê yêPentagonê Todd Breasseale di daxuyaniyekê de got: “Amerika ligel hevpeyman û hevkarên xwe ji bo peydakirina şiyanên pêwîst bo Ukraynayê karê xwe berdewam e.”

Bi vê pakêtê re bi giştî alîkariya leşkerî ya Amerikayê bo Ukraynayê gehişte 6.9 milyar dolar ku piştî êrîşa Rûsya bo ser vî welatî di 24ê Sibatî de dest pêkiribû.