Li Zapê 2 gundparêz hatin kuştin

01-07-2022
RÛDAW
Nîşan Zap Operasyona Pence-Kilîl Gundparêz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku di operasyona Pence Kilîd a Artêşa Tirkiyê ya di nav axa Herêma Kurdistanê de 2 gundparêzên ji parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê hatine kuştin.

Parêzgariya Colemêrgê îro 1ê Temûza 2022ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 gundparêz li devera  operasyona Pence Kilîd a di nav axa Herêma  Kurdistanê de di encama çalakiyeke gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de hatine kuştin.

Bi gotina parêzgariya navborî navê yek ji wan gundparêzan Huseyîn Saru ye û xelkl gundê Serêspî yê Colemêrge û navê gundparêzê din jî Kemal Alim e ku ew jî xelkl gundê Aşûtê yê wê parêzgehê ye.

Ev di demekê de Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî her îro di daxuyaniyekê de ragihandibû, li navçeya operasyona Pence-Kilîdê a di nav axa Başûrê Kurdistanê de, efserekî artêşa welatî di êrîşeke PKKê de hatiye kuştin.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû li dijî PKKê bi navê Operasyona Pence-Kilîd dest pê kiriye ku heta niha berdewam e.

Operasyona Pence-Kilîd, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst