Du keç bi awayekî guman ji balkonê ketin; 1 mir, 1 jî birîndar bû

01-07-2022
RÛDAW
Nîşan Êlih Sêrt Mirinên bi Guman Şaneşîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê zaroka 14 salî bi awayekî guman ji şaneşînê ket û canê xwe jidest da. Herwiha li parêzgeha Êlihê jî zaroka 16 salî di encama ketina şaneşînê de, bi giranî birîndar bû.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne li taxa Sumer a navçeya Misirca Sêrtê zaroka bi navê B.O. (14) ku bi malbata xwe re dima bi awayekî guman ji şaneşîna mala xwe ya li qata 7an ket xwarê.

Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê, hatin cihê bûyerê û zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê. Hat ragihandin ku  zaroka navborî  tevî hewildanan canê xwe ji dest daye û derbarê bûyerê de lêkolîn  hatiye destpêkirin.

Li aliyê din bi heman awayî li taxa Kultura a parzgeha  Êlihê jî zaroka 16 salî ji şaneşîna mala xwe ya li qata 4an ketiye xwarê û bi giranî birîndar bûye.

Li gor zanyariyan ew zarok bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê hatiye rakirin û rewşa wê ne cîgir e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst