Nûnerê Rêveberiya Xweser: Rêkeftina Swêd, Fînland û Tirkiyê cihê dilgiraniyê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Karvedanên li hember rêkeftinan Swêd, Fînland û Tirkiyê berdewam in. Nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Herêma Kurdistanê Fethulla Huseynî got “Rêkeftina Swêd, Fînland û Tirkiyê cihê dilgiraniyê ye.”

Serokkomarê Tirkiyê ku li dijî endamtiya Fînland û Swêdê bû di NATOyê de, rêkeftinek taybet li gel serkirdeyên wan welatan îmze kir da ku wek welatekî endamê wê hevpeymaniyê rê bide wan herdû welatan ku bibin endam.

Karvedanên cûda li ser wê rêkeftinê hebûn ji aliyê partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ve.

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Herêma Kurdistanê Fethulla Huseynî got “Razîkirina Tirkiyê bi van şert û mercên hanê li ser hesabê demokrasiya welatê xwe ku Erdogan ew şer û mercan arasteyê du welatên Ewropî dike û herdu jî pê razî dibin û îhtifalek di rêya NATOyê de çêdibe, bi rastî ji me re cihê nîgeraniyê ye. Ê me projeyeke siyasî heye û Tirkiye ji roja heyî şerê me dike, gefan li me dike, xaka me dagir dike û ev welat jî hemahengiyê li gel Erdogan dikin di vê wexta hanê de bi rastî li dijî porjeya me tê rawestandin. Li cem me divê ev welat serî li siyaseta xwe bidin û tê bigihîn ku Tirkiye ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê lê Sûriyê, welatên kendavê, li herêma Rojhilata Navîn, li ser cergê Ewropayê û li ser ew kesên ku îro li gel wan rêkeftin jî kiriye xeter e.”

Li gor rêkeftinê, Swêd û Fînland rêkarên tund li welatên xwe li dijî PKKê û alîgirên wê werdigirin, û yên ku Tirkiyê daxwaza radestkirina wan dike bi tohmeta terorê, ew dê li gor yasaya Ewropî wan radestî Tirkiye bikin, piştîvaniya xwe bo PYD û YPGê rawestînin û qedexeya firotina çekan bo Tirkiye rakin, ku piştî êrîşên wê bo ser Rojavayê Kurdistanê qedexe kiribûn.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nafih Ebdulla dibêje “Em wek Kurdên Sûriyê em dibêjin em ne têkildarî vê rêkeftina hanê ne, ev rêkeftin eger hinek pê têkildar bin Tirkiyê û PKK ye. Ê me wek Kurdên Sûriyê em dixwazin îdareyeke hevbeş çê bikin di navbera aliyên Kurdî de û hemû pêkhateyên herêmê tê de beşdar bin.”

Roja çarşemê serkirdeyên her 30 welatên endamên NATOyê, Swêd û Fînland bi fermî vexwendin daku bibin endamên wê hevpeymaniyê.

Piştî vê yekê, Swêd û Fînland wê dest bi gotûbêjan li gel Hevpdeymaniya NATOyê bikin daku pabendî şert û mercên wê bibin. Divê her 30 welatên endam li ser endambûna wan herdû welatan îmze bikin. Piştre qonaxa dawiyê  tê ku divê parlemantoyên wan herdû welatan biryarê bidin, an jî refrandom li nava xelkê wan bê kirin daku biryarê li ser çûna wan bo nav NATOyê bidin.