Li Rihayê bûyera trafîkê: Bav û kur jiyana xwe ji dest dan

01-07-2021
RÛDAW
Nîşan Riha Bakurê Kurdistanê Selahattîn Atiş Muhammed Atiş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihaya Bakurê Kurdistanê di encama bûyereke trafîkê de bav û kur jiyana xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyan bûyera trafîkê li ser rêya bajarên Riha û Dîlokê çê bû û barhilgirek ji kontrola ajokar derket û wergeriya.

Di encama bûyerê de ajokar Selahattîn Atiş ê 62 salî û kurê wî Muhammed Atiş ê 16 salî, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.

Termê bav û kur piştî kontrolên li cihê bûyerê, bo morga Saziya Pizîşkiya Dadê ya Rihayê hatin veguhastin.

Herwiha rêya ku ji ber bûyerê bi awayekî demkî ji trafîkê re hatibû girtin, piştî rakirina barhilgirê, hat vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst