Hunermendên Kurd bang li hemû aliyên Kurdistanî kir

01-07-2021
RÛDAW
Nîşan Hunermendên Kurd Kurdistan Şivan Perwer Diyar Dêrsim Hesen Şerîf Beser Şahîn Firmêsk Hafiz Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şanda hunermendên ji her çar perçên Kurdistanê ku serdana Başûrê Kurdistanê kirin, bang li hemû hunermend, nivîskar û partî, sazî û rêxistinên Kurdistanê kirin ku bêdeng nemînin û li dijî şerê birakujiyê rawestin.

Şandeke hunermendên ji her çar perçên Kurdistanê ku dema du rojan li Başûrê Kurdistanê jibilî Wezareta Pêşmerge û dezgehên medyayê, serdana hejmareke aliyan kirin, konferanseke rojnamevaniyê saz kirin.

Konferansa rojnamevaniyê duh li Otêla Dedeman a Hewlêrê pêk hat û hunermendên beşdar di kongreyê de nîgeraniyên xwe li ser metirsiya rûdana şerê navxwe derbirîn û tekez kirin ku divê aliyên Kurdî bi rêya diyalogê nakokî û pirsgirêkan çareser bikin û rê bi şerê birakujiyê nedin.

Hunermend Nasir Rezazî amaje bi gefa li ser Kurdan bi giştî kir û got, “Dagirkerên Kurdistanê bi hev re çi ji destê wan tê li dijî Kurdan dikin. Dagirkerên Kurdistanê dixwazin Kurd nemînin.”

Nasir Rezazî got metirsiyek mezin e eger aliyên Kurdî nekarin pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin û got, “Şerê navxwe ezmûna herî mezin nişanê me da. Eger şerê navxwe derneketiba niha Kurdistan deh caran zêdetir pêşketibû” û herwiha bang li hemû hunermend, nivîskar û sazî û rêxistinên Kurdistanê kir ku li dijî vî şerî bêdeng nemînin.

Hunermend Diyar Dêrsim jî behsa wê kir ku metirsiya şerê Kurd û Kurd heye û got, “Şerê Kurd û Kurd xencereke jehrî ye ku dijmin li me dide. Em wek hunermend aştiyê dixwazin.” Diyar Dêrsim tekez kir ku divê rê bi şerê Kurd û Kurd neyê dayîn.

Şivan Perwer jî diyar kir ku eger Kurd xwe neparêzin, ti welatek wan naparêze û got, “Li her dera cihanê Kurd hene, lê li ti cihekî Kurd nayên parastin.”

Şehên Talebanî jî di wê kongreyê de axivî û daxwaz ji aliyên Kurdî kir ku dest ji şerê li dijî hev berdin û got, “Çima em hev bikujin! Metirsî li ser Kurdistanê heye û daxwaz dikim ku şer dernekeve.”

Şanda hunermendên ji her çar perçên Kurdistanê roja Sêşema derbasbûyî serdana Wezareta Pêşmerge kiribû û bi Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl re civiyabûn.

Piştî civînê Şivan Perwer ragihandibû ku ew naxwazin di navbera partiyên Kurdî de şer hebe. Diyar Dêrsim jî û tekez kiribû, “Birêz Wezîrê Pêşmerge jî got ku ew şerê navxwe naxwazin.”

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl jî ragihandibû ku divê Kurd yekrêziya xwe pêk bînin û xwedî helwesteke yekgirtî bin.

Hunermendên Kurd Şivan Perwer, Diyar Dêrsim, Hesen Şerîf, Beser Şahîn û Firmêsk Hafiz piştî serdana Wezareta Pêşmerge bûbûn mêvanên bernameya Rûdaw TVyê ku ji aliyê Şahyan Tehsîn ve tê pêşkêşkirin.

Hunermendên Kurd ragihandibûn ku metirsiyeke mezin li ser Kurdistanê heye û divê aliyên Kurdî vê yekê li ber çav bigirin û bi hesasiyetên netewî tevbigerin û herwiha Kurd balkişandibûnn ser girîngiya rola medyayê jî û destnîşankiribûn ku medya dikare Kurdan nêzikî hev bike.

Herwiha Diyar Dêrsim jî tekez kiribû, ew heramkirina şerê `Birakujî`yê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve wek manîfesto qebûl dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst