Polîsan çalakiya malbata Gulîstan Doku asteng kir

01-07-2021
RÛDAW
Polîsan çalakiya malbata Gulîstan Doku asteng kir
Polîsan çalakiya malbata Gulîstan Doku asteng kir
Nîşan Gulîstan Doku Çalakî Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Gulîstan Doku ev 543 roj in li pey dîtina keça xwe digerin û heta niha negihîştine tu encamekê. Malbata Doku doh li ber Dadgeha Dêrsimê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Lê polîsan rê neda malbata Gulistan Doku ku çalakiya xwe encam bide.

Nûnerên platforma jinan a bajêr jî piştgiriyê didin çalakiya malbatê û li gel wan li ber deriyê dadgehê rûdinên. Li gorî  peyamnêrê Rûdawê yê Dêrsîmê, polîs çûne cihê çalakiya malbata Gulistan Doku û xwestiye wan belav bike, di wê demê de dayika Gulistan Doku ji ser hişê xwe çûye û rewşa wê ya tendirûstî têk çûye.

Malbat diyar dike ku ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin û wê heta bajarê Orduyê ya Tirkiyê bimeşin ku Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel niha li wir walî ye û agahdarî bûyerê ye.

Gulîstan Doku ku bixwe xelka Amedê ye û li Dêrsimê dixwend, ji 5ê Çileyê par ve û heta niha wenda ye ti agahî derbarê çarenivîsa wê de nîn in.

Li gor zanyariyên malbatê, dema ku lêpirsîna li ser wendabûna Gulistan Doku berdewam dikir, malbata gumanbarê sereke Zeynal Abarakov mala xwe ji Dêrsimê bar kir. Ji ber ku lêpirsîn temam nebûbû û li mala wan lêkolîna krîmînal nehatibû kirin, xwîşka Gulistan Aygul Doku xwestibû rê li ber bigre ku mal bê barkirin. Lê nikarîbû û niha ew bi tometa ku ziyan gihandiye mala Abarakov tê darizandin û daxwaza qereboyê lê dikin. Îro rûniştina wê dozê li Dadgeha Dersimê birêve diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst