Li Dêrsimê 29 herêm hatin qedexekirin

01-07-2020
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Operasyon Pulur Qisle Qedexe
A+ A-

Dersim (Rudaw) – Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê 29 herêm bo maweyê 15 rojan weke ‘herêmên ewlekariyê yên taybet’ hatin ragihandin û hatinçûna hemwelatiyan li wan deveran hat qedexekirin.

Parêzgariya Dêrsimê daxuyaniyek belav kir û ragihand li 29 herêmên ser bi navend û navçeyên Xozat, Pulur, Qisle û Pilemûriyeyê weke ‘herêmên ewlekariyê yên taybet’ hatine ragihandin.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê, biryara qedexekirina wan navçeyan di çarçova operasyonên dijî gerîlayên PKKê li wê navçeyê de hatiye dayîn.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, qedexeya li ser wan 29 herêman îro, 01.07.2020 dest pê dike û dê heta 15.07.2020 berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst