Weqfa Şîe li ser çiyayê Xurmatû mezarekî çêdike

01-07-2019
RÛDAW
Nîşan Weqfa Şîe Xurmatû Mezar Îmam Elî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Qaymeqamê Navçeya Xurmatû Hesen Zeyn Abidîn ragihand ku li ser çiyayê Xurmatû, bi hevkariya niştecihên navçeyê, Weqfa Şîe dest bi çêkirina mezarekî ji bo Îmam Elî kiriye.

 

Hesen Zeyn Abidîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Weqfa Şîe xwediyê wî erdî ye û ew der dikeve ser çiyayê Xurmatû, bi hevkariya niştecihên navçeyê çêkirina mezarekî ji bo Îmam Elî dest pê kiriye, ev proje ne hikûmî ye û xelk bi pereyên xwe çêdike.”

 

Qaymeqamê Navçeya Xurmatû Hesen Zeyn Abidîn herwiha got: “Tiştê ku di vê projeyê de balkêş e ew e ku hevahengiyeke baş di navbera me û birayên me yên Kurd ên niştecihên quntara çiya heye. Ew jî xelkê Xurmatûyê ne, lê ev rastiya îro ye, li vir birayên me yên Kurd, Tirkmen, Ereb, Sunî, Şîe li Xurmatû hevahengiyeke baş di navbera wan de heye.”

 

Hesen Zeyn Abidîn diyar kir: “Ev proje ji aliyê tevgera bazirganiyê jî sûda wê ya mezin ji bo niştecihên navçeyê heye. Belê projeya xelkê ye û bi pereyên xwe li ser erdê Weqfa Şîe li ser çiyayê Xurmatû mezarê Îmam Elî çêdikin û jê re dibêjin 'mersa Elî', bûye sê roj proje dest pê kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst