Serhed Qadir: Ti metirsiyek li ser Kerkûkê nîne

Kerkûk (Rûdaw) – Revebirê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ragihand, ku ti metirsî li ser bajarê Kerkûkê nînin. Qadir got, ku hêza DAIŞê nemaye ku êrîşeke mezin bîne ser bajêr.

 

Emîd Serhed Qadir ji Rûdawê got: “Çend nivîs di çapemeniyê de hatine belavkirin, ku qaşo DAIŞ bi niyete êrîş bike ser Kerkûkê. Rojane çend nivîsînên wiha digihin destê me jî lê ev tenê ji bo amadebaşiya hêzên ewlekariyê ne.”

 

Qadir amaje bi wê yekê kir, ku DAIŞê ji 2014ê ve 17 êrîşên berfireh anîne ser Kerkûkê lê hemû êrîş jî hatine têkbirin û diyar kir: “Niha DAIŞ di dema xwe ya herî lawaz û qels de ye. qet nikare bibe gefeke raste rast li ser Kerkûkê.”

 

Li gel têkçûna DAIŞê ya li Mûsilê, çekdarên vê rêxistinê dem bi dem êrîşê çeperên pêşmerge yên li Kerkûk û Xurmatû dikin. Herçend Hêzên Pêşmerge di encama van êrîşan de şehîd û birîndar jî dabin lê DAIŞ di êrîşan de negihişptiye armanca xwe.