Qeyraneke mezin di rê de ye: Îranê pêşiya avê girt

01-07-2017
RÛDAW
Bendava Dokanê
Bendava Dokanê
Nîşan Bendav Dokan Îran
A+ A-

Dokan (Rûdaw) – Ji ber girtina pêşiya rûbarê Zêya Biçûk ji aliyê Îranê ve, ji sedî 70 yê ava Bendava Dokanê kêm bûye. Ev yek jî bandoreke nerênî li herêma Raperîn û Silêmaniyê dike.  

 

Qaymiqamê navçeya Pişder a Silêmaniyê Bekir Bayîz ji Rûdawê re ragihand: “Îran li aliyê Rojhilatê Kurdistanê, li ser ava Zêya Biçûk bendavekî çêdike. Qebareya vê bendavê 800 milyon metre sêcar av hildigre. Ev yek jî bandoreke nerînî li ser herêma me dike.”

 

Ji sedî 95ê ava vexwarinê ya navçeya Qeladizê, ji rûbarê Zêya Biçûk tê dabînkirin. Bi qutkirina avê, li herêma Raperîn û Silêmaniyê qeyraneke mezin derdikeve. Projeyên çandinî, avdanî û xwedîkirina masiyan jî, ziyanê dibînin.

 

Bekir Bayîz herwiha diyar kir: “Ji ber qutkirina avê, ava bîrên çandiniyê jî daketiye û êdî ji bo çandinê ava pêwîst bidest nakeve.”

 

Niha rêjeya ava Dokanê ji sedî 70 kêm bûye. Tê gotin, ku ev yek dê bandore li ser ava vexwarinê ya Silêmaniyê jî bike.

 

Hikûmeta Îranê li gundê Kolse ya bajarê Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê, li ser rûbarê Zêya Biçûk bendavekî ava dike. Ev bendav 20 kîlometreyan nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê ye û li ser 117 metre bilindahiyê hatiye avakirin.

 

Bendava Kolse bi armanca berhemanîna 150 megabayt elektrîkê û herwiha komkirina avê ji bo çandiniyê, hatiye avakirin. Bendav 11 sal e tê çêkirin û piştî 2 salên din dê bikeve kar.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst