RAPERÎN – 600 donim zeviyê çandinê şewitî

01-07-2017
RÛDAW
Nîşan Çarqurne Agir Zevî
A+ A-

Ranya (Rûdaw) – Li bajarokê Çarqurne ya rêveberiya Raperînê, nêzîkî 600 donim erdê zeviyê çandinê şewitî. Rêveberiya Çarqurna jî regihand, ku ji ber reşebayê agir bilez belav bûye.

 

Rêveberê Bajarokê Çarqurneyê Husên Mehmûd ji Rûdawê re ragihand: “Îro danê beriya nîvro (01-07-2017), agir bi zeviyên çandinê ket û di encamê de 600 donim erdê çandinê şewitî.”

 

Mehmûd da zanîn, ku agir ziyan negihandiye berhemên çandinê lê ti ziyaneke canî nebûye.

   

Heta niha jî sedema agir nehatiye destnîşankirin. Husên Mehmûd diyar kir, ku hebûna reşebayê hiştiye ku agir bilez belav bibe.

 

Rêveberê Bajarokê Çarqurneyê da xuyakirin, ku tîmên agirvemirandinê yên Çarqurne, Ranya, Sengeser û Hacîawa mijûlî vemirandina vî agirî ne.

 

Bajarokê Çarqurneyê ser bi navçeya Ranyayê ve ye û girêdayê rêveberiya Raperînê ye. 

 

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst