Asayîş: Êrîşa li ser Rûdawê nekin siyasî (HAT NUKIRIN)

01-07-2016
RÛDAW
Nîşan Rûdaw Asayîşa Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand: “Piştî ku çend kesek li ser êrîşa li dijî Tora Medyaya Rûdawê hatine binçavkirin, hindek alî hewl didin vê dosyayê bikin siyasî.”

 

Derbarê vê hewlê de Asayîşa Hewlêrê hişyariyek tund dide û dibêje:

 

“Li vir jib o hemû aliyan dubare dikin ku dezgeha Asayîşê weke dezgeheke nîştîmanî, mal û canê hemû hemwelatiyan bêyî cûdahî diparêze. Di heman demi de, her kesek an jî aliyek bibe sedema gefan li ser ewlekariya hemwelatiyan, parêzbendiya wan nine û wê di çarçoveyekê yasayî de rêkarên pêwîst li hember bê girtin.”

 

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku bi agahdariya hemû aliyên pêwendîdar li ser vê dosyayê tê kar kirin û wê di demek nêzîk de encamên jêpirsînê jib o rayagiştî bên ragihandin.

 

YNK: Tometbar tenê li ser êrîşa Rûdaw hatine girtin


Ji aliyê din ve Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) jî bi daxuyaniyekê ragihand ku tometbar tenê ji ber êrîşa li ser avahiya Tora Medyaya Rûdawê hatine binçavkirin û daxwaz kir ku mijarê nekin siyasî.

 

YNK’ê di daxuyaniya xwe de xwest ku lêkolîna derbarê tometbaran de di demek kurt de bigehe encam û ragihand:  

 

“Bûyera avêtina bombeyê karekê dijminahiya azadiyê ye. Ji ber vî em dubare dikin ku bi tundî li dijî vî tawanî ne. Daxwaz dikin ku piştî selmandina tawanên tometbaran, belgeyên derbarê wan û çawaniya encamdana êrîşê bo rayagiştî û gel bên ragihandin û bigehin cezayên yasayî.”

 

YNK’ê daxwaz kirk u ev mijar nebe mijarek siyasî ku nakokiyan di navbera aliyan de kurtir bike.

 

Mekteba Siyasî ya YNK’ê got:

 

“Em Komela Îslamî, xelk û rayagiştî piştras dikin ku tometbar tenê ji ber êrîşa ser avahiya televîzyona Rûdawê hatine girtin. Bêguman, tawanbar heta selmandina tawanên wan, bê tawan in.”

 

Roja 25’ê Hezîranê li dijî avahiya navendî ya Tora Medyaya Rûdawê ya li Hewlêrê êrîşek bombeyî pêk hatibû û di encam de 3 pasewan, şofêrek û karmendekê pêwendiyên Rûdawê birîndar bibûn.

 

Roja 28’ê mehê jî Asayîşa Hewlêrê derbarê bûyerê de 2 kes binçav kiribûn ku yek ji wan gumanbaran endamê rêveberiya malbenda Hewlêrê ya Komela Îslamî bû.

 

Li hember êrîşa li dijî Rûdawê li Kurdistan û derveyî welat nerazîbûnek fereh pêk hat. Serok û rêveberên partiyên siyasî, sazî û dezgehên ragihandinê hewiha Neteweyên Yekbûyî (NY), Fermandariya Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM), Komîsyona Ewropa û gelek aliyên din jî êrîşa li ser Rûdawê şermezar kirin.

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst