Li Amedê qeza: 7 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 7 kes birîndar bûn.
Li Amedê Otomobîla S.b diajot û otomobîla M.E.T diajot li hev qelibîn.
Di qezayê de 2 jê zarok 7 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezaya trafîkê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Azgî Yaşargîl û Nexweşxaneya Dewletê ya Selahahaddîn Eyyubî.