Koçberiyeke 800 hezar salî ya masiyên Gola Wanê: Di rê de mirin jî heye

01-06-2024
Abdulselam Akinci
Koça masiyên Kefal berdewam dike
Koça masiyên Kefal berdewam dike
Nîşan Masiyên Kefalê Gola Wanê Festîval
A+ A-

Wan (Rûdaw) – Koçberiya masiyên kefal ên Gola Wanê berdewam dike.

Her sal bi sed hezaran kes ji bo dîtina wê koçberiyê berê xwe didin peravên Gola Wanê.

Koçberiya van masiyan her sal 15ê Nîsanê dest pê dike û heta 15ê Tîrmehê berdewam dike.

Li gorî pisporan ev koçberiya ku her sal pêk tê, ev 800 hezar sal in berdewam dike.

Karwanên masiyan ji bo hêkên xwe li avên şirin bikin berê xwe didin 111 çem û rûbarên diherikin Gola Wanê û hêkên xwe datînin û carek din vedigerin golê.

Masiyê kefal cûreyekî masiyan ê Gola Wanê ye.

Gelek ji wan di rê de dimirin

Her sal ji 15ê Nîsanê heta 15ê Tîrmehê ew koçberiya wan berdewam dike.

Ev koçeke zehmet e û gelek ji wan masiyan ji ber ku berjorî herikîna avê diçin dimirin.

Temaşekirina wê koçberiyê bala geştyaran dikişîne e û di vê demê de bi sedhezaran geştiyar ji bo dîtina wan dîmenên koçê seredana Wanê dikin.

Masiyên kefal 3 mehan koç dikin

Ji 15ê Nîsanê heta 15ê Tîrmehê nêçîrvaniya masiyan jî qedexe ye.

Lê qaqlîbazên golê guh nadin wê qedexeyê û pabendî ti qedexeyan nabin.

Di dema koçberiyê de jî ew li dûv nêçîrvaniya masiyan in û wan efû nakin.

Ji bo şahidiya rêwîtiya încî kefaliyan salane bi sedhezaran geştyar jî berê xwe didin navçeya Ercîşa Wanê û li ser Çemê Bendî Mahî li benda masiyan in û temaşeyî wê koça taybet dikin.

“Divê hemû kes bên koçberiyê bibînin”

Şêniyê Ercîşe yê bi navê Gokhan Kaya diyar kir ku herêm ji bo geştyariyê cihekî gelekî xweş e û ew hemû kesî vedixwînin herêmê.

Serokê Odeya Pîşesazî û Odeya Bazirganiyê ya Wanê Nejdet Takva jî amaje bi wê yekê kir ku xwezaya Wanê gelekî taybet e û bi navûdeng e.

Li gorî gotina Nejdet Takva divê hemû gelên cihanê bên û wê koçberiya qedîm a Gola Wanê bibînin.

Endamê Odeya Bazirganiya Wanê Fesîh Çakir jî behsa tehma masiyên Gola Wanê kir û wiha got:

“Mêvanên me yên ku mesiyên Gola Wanê dixwin pir memnûn dibin û her dem ji me wan masiyan dizwazin.

Em jî masiyan dişînin Stenbolê ,Îzmîrê, Aydinê, Edenêyê.”

Welatiya bi navên Talîha Ozgokçeyê jî eşkere kir ku ew masiyan hem di tenûrê, hem di firinê de hem jî li nava rûn dipêjin û ji wan hez dikin.

Qaymeqamiya Ercîşê jî bi armanca danasîna koça masiyan û balkişandina ser vê rêwîtiya bi hezaran salan, wekç kevneşopî festîvalê li dar dixe.

Îsal 11emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Koça Încî Kefalan tê li darxistin.

Festîvala dê heta 2yê Hezîranê berdewam bike û rojane gelek cûre çalakî û konsert dê bên lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst