Parlamenterê Amedê: Derxistina Amedê ji herêmên erdhejê bê edaletî ye

01-06-2024
RÛDAW
Nîşan Serhat Eren Amed Herêmên Erdhêje
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren ragihand ku derxistina Amedê ji herêmên erdhejê bê edaletî ye

Serhat Eren mijara derxistina Amedê ji nav herêmên erdhejê bir parlamentoya Tirkiyeyê û derbarê wê mijarê de pêşniyarpirsek pêşkêşî serokê parlamentoyê kir.

Di erdheja 6ê Sibatê ya ku navenda wê parêzgeha Mereşê bû de, bandor li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir.

Yek ji wan jî Ameda Bakurê Kurdistanê bû.

Piştî wê ew herêm wekî herêmên erdhejê hatibûn ragihandin.

Lê piştre Amed ji wê lîsteyê hat derxistin.

Serhat Eren îro pirsa derxistina Amedê ji nav herêmên erdhejê bir parlementoya Tirkiyeyê û xwest ku Amed dîsan bikeve nav navçeyên erdhejê û zererên mexdûrên erdhejê bên qerebûkirin.

“Esnafan ji faîza krediyan rizgar bikin”

Eren bi bîr xist ku Amed ji nav herêmên erdhejê hatiye derxistin û got:

“Ji ber wê faîza krediyên ku esnafan ji banka wergirtîne hatiye zêdekirin.

Ev çi feraseteke edaletê ye ku êş û windahiyên Amedê tine tên hesibandin.

Di erdheja 6ê Sibatê de 2 hezar û 82 cihên kar xirab bûn, 411 kesan canê xwe ji dest da, 3 hezar û 252 avahiyan zererên mezin dît, hezar û 828 avahiyan zererên navendî û zêdeyî 30 hezar avahiyan jî zerer dîtin.

Tevî van hemûyan çawa dibe ku Amed ji nav herêmên erdhejê bê derxistin.

Hûn hîn li bendê bûn ji vê zêdetir çi çêbibe. Hewara esnafên me yên Amedê bibihîsin.

Amedê dîsan wekî herêma erdhejê ragihînin û esnafên me ji faîza krediyên bankayan rizgar bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst