AMED - 9 kes ji hev kuştibûn: Bi xwarineke aştiyê li hev hatin

01-06-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Her du malbat di binê Quranê re derbas bûn û sond xwarin Wêne: AA
Her du malbat di binê Quranê re derbas bûn û sond xwarin Wêne: AA
Nîşan Bismil Amed Lihevhatin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê yaa Amedê malbatên ji gundên Şidadê û Sarê ku par ji hev 9 kes kuştibûn, bi xwarineke aştiyê li hev hatin.

Di merasimê de her du malbat di binê Quranê re derbas bûn û sond xwarin ku careke din hev nekujin.

Ciwan, kal û pîr ketine dorê û di binê Quranê re derbas dibin.

Ev li Bakurê Kurdistanê welat di nava Kurdên misilman de şêweyekî sondxwarinê ye.

Malbatên ji gundên Şidadê û Sarê yên Bismilê 15ê Hezîrana2023yan li ser zeviyan pev çûbûn û di encamê de ji her du aliyan 9 kes hatibûn kuştin.

Rûsipiyên navçeyê her du malbatan bi xwarineke aştyê li hev anîn.

“Divê em Kurd bibin yek û hevdû nekujin”

Serokê 2yemîn ê Komeleya Rûspiyên Bismilê Mûsa Kiliç got,

“Beriya her tiştî divê em Kurd bibin yek. Em qîmetê bidin hev, rûmetê bidin hev û hev du efû bikin.

Ji bo tiştê netişt em hevdû nekujin û em hertim li cem hev rûnên.

Em her tim qîmetê bidin çanda îslamî, însanî û Kurdî.”

Di merasimê de ji siyasetmedaran heta qeymeqamê navçeyê, ji meleyan heta seydayan hezar û 200 kes amade bûn.

Li ser zimanê hemû kesî yek gotin; bila xwîn nerije...

Mele Remzî anî ziman, “Dawiya xirakirinê çêkirine. Vaye elhemdulîla ev çêbû.”

“Hîn malbatên ku li hev nehatine hene”

Beşdarê merasîmê Qedîr Karagoz diyar kir, “Ji bo Bismila me, ji bo herêma me hîn malbatên ku li hev nehatine hene.

Înşela ji bo wan malbatan jî bibe mînakek.”

Beşdarê merasîmê Fatîh Hasanoglu ragihand “Başî tim û daîm baş e. Ji xirabiyê tu tiştekî dernakeve.”

“Daxwaza me careke din bûyereke wiha çênebe”

Beşdarê merasîmê Şikrî Merdanoglu got, “Bi silametî me qedand. Daxwaza me ew e ku careke din bûyereke wiha çênebe.”

Di ketin û derketina cihê lihevhatinê de ewlehiyeke berfireh hatibû girtin.

Her beşdarek yek bi yek di lêgerînê re hate derbaskirin, ji bo careke din xwîn nerije çek û sîlehên li ser hemûyan ji wan hatin standin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst