Di mehekê de 54 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatine desteserkirin

01-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kurd Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çend rojên bihorî de hêzên ewlehiyê yên Îranê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê 3 kes desteser kirine û di meha derbasbûyî de jî 54 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê hatine desteserkirin.

Li gor raporeke rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, roja Çarşemê 31ê Gulana 2023an hêzên ewlekariyê yên Îranê li bajarê Sineyê welatiyek bi navê Mîlad Nesrî û roja Duşemê 29ê Gulanê jî li gundê Niyer ê Sineyê welatiyek bi navê Muxtar Minberî desteser kirine.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê belav kiriye, ku hêzên ewlehiyê di dema desteserkirina wan herdu welatiyan de ti belgeyên yasayî nîşan nedane û nayê zanîn ku ew her du kes bi çi sedemî hatine desteserkirin û niha li kuderê girtî ne.

Her li gor raportên wan rêxistinan, roja Yekşemê 28ê Gulanê jî welatiyek bi navê Şoriş Mihemedpûr li gundê Tengîser ê ser bi bajarê Sineyê ve hatiye desteserkirin, lê belê heta niah jî malbata wî nizanin ew ji ber çi sedemî hatiye desteseririn û li ku hatiye zîndanîkirin.

Li gor şopandinên rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, tenê di meha Gulanê de (meha 5) herî kêm 54 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatine desteserkirin.

Li aliyekî din guvaşên hêzên emnî yên Îranê li ser kêmîneyên olî jî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bûne.

Li gor rêxistinên mafên mirovan ku rewşa Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dişopînin, di meha Gulanê de 6 kes ji bawermendên ola Behayî, 3 çalakvanên Kurdên Yarsan û du çalakvanên Kurd ên Sunnî û Belûç jî hatine desteserkirin.

Piştî tepeserkirina xwepêşandanên sala bihorî, hikûmeta Îranê zextên xwe li ser civakê zêdetir kirine û gelek kes bi tohemtên beşdarî di wan xwepêşandan de desteser kirine û ji bo bi dehan kesan jî cezayê girtîgehê hatiye birîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst