Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Bafel Talebanî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 48emîn salvegera damezrandina YNKê bi telefonê peywendî bi Seorkê YNKê Bafel Talebanî kir û çend peyam gihandin wî.

Di wê peywendiya telefonî de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafel Talebanî, li Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan, Polîtburo, Serkirdayetî û hemû endam û alîgirên YNKê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwast.

Nêçîrvan Barzanî, herwiha behsa xebat û dîroka YNKê kir û pêgeh û rola xwedêjêrazî Serok Mam Celal bi bîr anî û hêvî kir ku ev bîranîn bibe handerê tifaq, pêkvebûn û yekrêziya aliyên siyasî bi taybetî PDK û YNK.

Serokatiya Herêma Kurdistanê daye xuyakirin ku di wê peywendiya telefonî de, Serokê YNKê Bafel Talebanî bi navê xwe û serkirdayetiya YNKê kêfxweşiya xwe ji bo pîrozbahî û peywendiya li gel Serokê Herêma Kurdistanê nîşan daye û hêviya serkeftinê jê re xwestiye.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di 1ê Hezîrana 1975ê de hatiye damezrandin û piştî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) duyemîn partiya mezin a Herêma Kurdistanê ye.

Di Parlamentoya Kurdistanê de jî ji 111 kursiyên parlamentoyê, YNK xwediyê 21 kursiyan e.