SOHR: Hêzên Hevpeymaniyê ji baregeha 'Lafarge' ya rojhilatê Helebê vekişiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ragihand “Pêşî plana dagirkeriyê ya Tirkiyê, Hêzên koalîsyonê ji baregeha "Lafarge" ya rojhilatê Helebê vekişiyan.”

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ku dispêrê çavkaniyên pêbawer diyar kir “Hzên Koalîsyona Navdewletî beriya çend rojan ji baregeha `Lafarge` ya li nêzî gundê Xerab Işkê (Ser bi Kabaniyê) li gundewarê rojhilatê Helebê vekişiyan.”

Serokkomarê Tirkiye ev demeke gefa operasyoneke nû ya bo ser Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dixwe û îro 1ê Xezîrana 2022ê ragihand ku dê operasyona xwe li Minbic û Til Rifeetê bidin destpêkirin. Bi gotina Erdogan ew dixwazin bi kûrahiya 30 kîlometreyan devereke tampon li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ava bikin.

Herwiha SOHR di heman nûçeya xwe de dibêje “Ji demjimêrên serê sibê yên roja Yekşemê ve, maşînên kolandinê û buldozeran li herêma Xirab Işkê ya gundewarên Kobanî xebatên kolandinê yên dijwar dimeşînin, 4 wesayîtên Koalîsyona Navdewletî jî di 15ê Gulanê de gihiştine qada kolandinê.”

Li aliyê din Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir ku sedemên kolandinê beşek ji xurtkirina koalîsyonê ye an plana avakirina balafirgehekê ye an jî avakirina bingeheke nehatiye zanîn.