Artêşa Tirkiyê nêzîkî Kompanya Lafarge li Kobanî topbaran kir

01-06-2022
RÛDAW
Nîşan Lafarge Artêşa Tirkiyê Kobanî Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê û hêzên ser bi wî welatî ve îro nêzîk Kompanya Lafarge ya taybet bi çîmentoyê li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin. Artêşa Tirkiyê herwiha sibeha îro gundê Ebû Nîtûte li rojavayê bajarokê Eyn Îsa topbaran kir.

Çavkaniyeke xwecihî ji gundê Çelebî yê Kobanî ji Rûdawê re ragihand ku 3 top li nêzîkî Kompanya Lafarge ya Çîmentoyê li gundê Xerab Işkê yê ser bi Kobanî ve ketine.

Li gor zanyariyan tê texmînkirin ku ew top ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatibin avêtin.

Gundê Xerab Işkê nêzîkî 35 kîlometre dikeve başûrê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê û li ser rêya sereke ya navbera Qamişlo û Helebê ku wek rêya (Road Co) yan (M-4) tê naskirin.

Heya niha ti zanyarî li ser ziyanên topbarana îro ya bo ser herêma Kobaniyê nehatiye zanîn.

Heta niha ti ziyanên canî yan madî yên topbarana îro ya Di dema dawî de hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, gef û êrîşên xwe li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê zêdetir kirine, bi taybetî li Kobanî, Zirgan, Til Temir û Eyn Îsa.

Artêşa Tirkiyê rojavayê Eyn Îsa topbaran kir

Artêşa Tirkiyê herwiha sibeha îro gundê Ebû Nîtûte li rojavayê bajarokê Eyn Îsa topbaran kir.

Çavkaniyên medyayî yên nêzî Rêveberiya Xweser belav kirine ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve sibeha îro gundê Ebû Nîtûte li gundewarê nahiyeya Eyn Îsa dane ber topan.

Derbarê zirarên topbarana ser wî gundî de jî ti agahî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst