Hewlêr û Bexdayê bang li Tirkiyê kirin: Dawî li birîna daran bîne

Hewlêr (Rûdaw) – Wezaretên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê têkildarî birîna darên daristanên Başûrê Kurdistanê di dema operasyonên artêşa Tirkiyê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û daxwaz ji Tirkiyê kirin, ku dawî li birîna darên daristanên Kurdistanê bîne.

Ev çend roj e birrîna darên daristanên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve û û veguhestina wan bo nav axa Tirkiyê bûye rojev û di derbarê mijarê de de gelek bertek û nerazîbûn çê bûne.

Wezaretên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî îro derbarê mijarê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniya xwe ya hevbeş de herdu wezaretên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê dibêjin: “Ew demek e wek di medyayan de behs lê tê kirin û em dibînin û dibihîsin, hejmarek kompanyayên Tirkî bi alîkariya artêşa Tirkiyê dest bi birîna darên daristanên xwerisk ên sînorê Badînanê li bakurê Herêma Kurdistana Iraqê û veguhastina wan daran bo nava Tirkiyê û bazirganîkirina bi wan kirine.”

Herdu wezaretan nerazîbûna xwe li hember vî karê hêzên Tirkiyê nîşan dane û daxwaz kirine, birîna daran yekser û demildest bê rawestandin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Li vi rem nerazîbûn û redkirina vî karê ne şaristanî radigihînin, ew prose ne tenê dijminkarî ye li hember xweza û jîngeha Iraqê û Herêma Kurdistanê, lê dijminatî ye li hember mirovahî û jîngeha tevahiya navçeyê û cîhanê, çimku jîngeh bê sînor e, ji ber wê jî em li vir daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê dikin ku vî karî rawestîne.”

Herdu wezaret bang li herdu hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal, Netewên Yekbûyî û saziyên navdewletî jî dikin ku derbarê birîna daran ji aliyê Tirkiyê ve helwêsta xwe nîşan bidin û dibêjin: “Di heman demê de em daxwaz ji herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê dikin bi ciddî ji bo çareserkirina vê mijarê helwêsta wan hebe, hevdem daxwaz ji rêxistina Netewên Yekbûyî û nûnerên welatan û rêxistinên navdewletî dikin, alîakrê me bin ji bo çareserkirina vî karê nemirovan yên li dijî jîngehê û pêwîst e hewla nehêlana wê bê dan.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî daxuyanî dabû

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember birîna darên nav axa Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve bertek nîşan da û ragihand, ew karê hikûmeta Tirkiyê “nayê qebûlkirin” û tekez kir, “bi fermî hikûmeta Tirkiyê hatiye agahdarkirin ku dawî li birîna daran li navçeyên sînorî bîne.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil roja Duşemê 31ê Gulanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dilgiranî û nerazîbûna xwe li hember birîna daran û zirargihandina bi xwezaya Herêma Kurdistanê nîşan dide û bi fermî jî hikûmeta Tirkiyê agahdar kiriye ku dawî li birîna daran li navçeyên sînorî bînin, ku nayê qebûlkirin.”

Li gor vê daxuyaniyê, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil dibêje, hebûna hêzên PKKê di nav axa Herêma Kurdistanê bûye hincet ji bo hatina hêzên Tirkiyê û çêbûna şer û pevçûnên di navbera wan de li ser axa Herêmê, ku zirar gihandiye xelkê

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dupat dike ku hebûna çekdarên PKKê li Herêma Kurdistanê û bi taybetî li navçeyên sênorî, bûye sedema hatina hêzên Tirkiyê û derketina şer di navbera her du aliyan de, lewra em daxwazê dikin ku rêzê li serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê bê girtin û êdî rûniştvanên wan navçeyan rastî zehmetî, awareyî û malwêraniyê nekin.”

Parlamentoya Kurdistanê kete tevgerê

Piştî belavbûna zanyarî û dîmenên birîna darên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve, li Parlamentoya Kurdistanê hewldanek ji bo sazkirina civîneke taybet derbarê mijarê de dest pê kiriye, daku lêkolînê derbarê wê yekê de dike.

Parlamenterê Tvegera Goranê, Elî Heme Salih ragihandiye, wan dest bi tevgerekê kiriye, daku parlamento mijarê gotûbêj bike û helwesteke niştimanî nîşan bide.

Bi gotina Elî Heme Salih, heta niha 36 îmzeyên parlamenteran jib bo lidarxistina civîna parlamentoyê hatine berhevkirin.