Ferhat Encu: Kesên dar birîne peywendiya wan ligel dewletê heye

01-06-2021
Nîşan Birîna Daran Herêma Kurdistanê Artêşa Tirkiyê Ferhat Encu Daristanên Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Rêveber a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterê berê yê Şirnexê Ferhat Encu têkildarî birîna darên Herêma Kurdistanê di dema operasyonên artêşa Tirkiyê de ragihand: “Ew kurdên ku tevlî birîna daristanên li Bakur û Başûrê Kurdistanê bûne peywendiyên wan ligel dezgehên dewletê hene.”

Endamê Desteya Rêveber a HDPê û parlemeterê berê yê wê partiyê  Ferhat Encu ji got: "Mixabin ku hin kesên daran dibirin kurdên li bakurê Kurdistanê ne, lê ew cerdevan in û eger kesên sivîl di nav wan de hebin jî peywendiya wan ligel berpirs û saziyên hikûmeta Tirkiyê heye. Ji ber vê yekê eger leşkerên dewletê ne hevkariya neke ew, nikarin vê bikin.”

Ferhat Encu hişyarî da û got: “Eger rayedarên Herêma Kurdistanê û Iraqê di vê mijara darbirînê de sînorekê bo Tirkiyê nedanin, jîngeha Kurdistanê dê ji nav biçe. Xelkê me yê Bakurê Kurdistanê heftane û rojane dibînin ku ew çawa darên Başûrê Kurdistanê dibirin û bi kamyonan vediguhezin Tirkiyê.”

Encu herwiha da zanîn ku Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz mijara birîna daran biriye parlamentoya Tirkiyê û daxwaz kiriye ku bê zelalkirin ka kî li pişt darbirîna li nav axa Başûrê Kurdistanê ye.

Endamê Desteya Rêveber a HDPê dibêje lê heta niha bersiva wê pirsa Huseyîn Kaçmaz nehate dayîn.

Roja 27ê Gulanê Tora Medyaya Rûdawê raportek derbarê operasyon û êrişên artêşa Tirkiyê lo sinorê Amedî belav kiribû û tê de Serokê Lîjneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê gotibû: “Li cihên ku Tirkiyê serbazên xwe cîbicî dike, daran dibirin û sirûsta gundan ji nav dibin.”

Herwiha roja 30ê Gulana 2021ê di wêneyên ku ji Rûdawê hatibûn şandin de, diyar dibûn ku Tirkiye li sê deverên Bakûrê Kurdistanê li ser sînorê Amêdî û Zaxo dest bi vekirina sê rêyan kiriye û zêdetir ji salekê ye daristanên zozanan dibirin û darên wan dibin bajarên Bakurê Kurdistanê û difiroşin.

Li gorî zanyariyên berdest dema bêhtir ji salekê ye Tirkiyê bi rêya çend kompaniyên xwe wî karî dikin ku %30 pere ji hikûmetê werdigre bo vekirina rê û li hember %70 ya xerciya din jî daristanan dibirin û daran dibin difroşin.

Tirkiye zêdetirî çar mehan e li Gundê Aşîtê li nav Bakurê Kurdistê dest bi çêkirina rêya bo navçeya Nizdurê li nêzîkî Zanarî Kesta kiriye û heta niha 10 kîlometir rê hate çêkirin û bi vî awayî jî gihişte deverên ku niha operasyonên Tirkiyê lê berdewam in.

Sala borî li gundê Robozkê yê Bakûrê Kurdistanê rêyek ku nêzîkî 20 kîlometir hate çêkirin û ew rê digihêje gundên Bankê û Kaşanê li ser sînorê Batîfa û Derkarê ya Zaxo.

Tirkiye 39 roj in li başûrê Kurdistanê dest bi operasyonê kirie û di vê operasyonê de 8 xalên leşkerî li nav axa Başûrê Kurdistanê danîne û di heyamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn û 4 gund hatin valakirin û nêzî 70 malbat ji sînorê Kaanî Masê koçber bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst