Hikûmeta Kurdistanê bo Tirkiyê: Birîna daran nayê qebûlkirin

01-06-2021
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Tirkiye Birîna daran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember birîna darên nav axa Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve bertek nîşan da û ragihand, ew karê hikûmeta Tirkiyê “nayê qebûlkirin” û tekez kir, “bi fermî hikûmeta Tirkiyê hatiye agahdarkirin ku dawî li birîna daran li navçeyên sînorî bîne.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil roja Duşemê 31ê Gulanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dilgiranî û nerazîbûna xwe li hember birîna daran û zirargihandina bi xwezaya Herêma Kurdistanê nîşan dide û bi fermî jî hikûmeta Tirkiyê agahdar kiriye ku dawî li birîna daran li navçeyên sînorî bînin, ku nayê qebûlkirin.”

Li gor vê daxuyaniyê, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil dibêje, hebûna hêzên PKKê di nav axa Herêma Kurdistanê bûye hincet ji bo hatina hêzên Tirkiyê û çêbûna şer û pevçûnên di navbera wan de li ser axa Herêmê, ku zirar gihandiye xelkê

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dupat dike ku hebûna çekdarên PKKê li Herêma Kurdistanê û bi taybetî li navçeyên sênorî, bûye sedema hatina hêzên Tirkiyê û derketina şer di navbera her du aliyan de, lewra em daxwazê dikin ku rêzê li serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê bê girtin û êdî rûniştvanên wan navçeyan rastî zehmetî, awareyî û malwêraniyê nekin.”

Muxtarê gundê Nizûrê yê Zaxo, Tariq Ismet dibêje, 3 sal in ku Tirkiye darên çiya û gundên Zaxoyê dibire.

Nûçegihanê Rûdawê li gel welatiyekî Şirnexê diaxive û ew jî dibêje, her dem ew dibînin ku barhilgirên Tirkiyê darên Başûrê Kurdistanê ber bi Şirnexê ve dibin.

Parlamentoya Kurdistanê kete tevgerê

Piştî belavbûna zanyarî û dîmenên birîna darên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve, li Parlamentoya Kurdistanê hewldanek ji bo sazkirina civîneke taybet derbarê mijarê de dest pê kiriye, daku lêkolînê derbarê wê yekê de dike.

Parlamenterê Tvegera Goranê, Elî Heme Salih ragihandiye, wan dest bi tevgerekê kiriye, daku parlamento mijarê gotûbêj bike û helwesteke niştimanî nîşan bide.

Bi gotina Elî Heme Salih, heta niha 36 îmzeyên parlamenteran jib bo lidarxistina civîna parlamentoyê hatine berhevkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst