Wesayîta leşkerî bi kendalê de ket: 3 leşker mirin û 6 jî birîndar bûn

01-06-2020
RÛDAW
Nîşan Sêrt Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê wesayîta leşkerî bi kendalê de ket û li gor agahiyên destpêkê, di encamê de 3 leşkeran canê xwe ji dest dan û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên berdest li ser rêya di navbera Sêrtê û Perwariyê de otomobîla leşkerî qeza kir.

Di encama qezayê de li gor agahiyên destpêkê 3 leşkeran canê xwe ji dest dan û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Leşkerên birîndar bi helîkopter ji bo nexweşxaneyên li navenda Sêrtê hatin şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst