Elî Qeredaxî bo Nêçîrvan Barzanî: Baweriyeke min a mezin bi we heye

01-06-2019
RÛDAW
Nîşan Prof. Dr. Elî Qeredaxî Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Emîndarê Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Cîhanî Prof. Dr. Elî Qeredaxî peyameke pîrozbahiyê ji Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û ragihand: “Baweriyeke min a mezin bi we heye ku hûn li ser hemû astan bibin nûnerê herî baş ê Kurd.”

 

Prof. Dr. Elî Qeredaxî di peyama xwe de pîrozbahî li Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike û diyar dike: “Ez kêfxweş im bi arastekirina pîrozbahiya herî ciwan bo cenabê we û gelê xoşewîst ê Kurdistanê bi boneya hilbijartina we weke Serokê Herêma Kurdistanê. Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim pêngavên we bihêztir û qaîmtir bike û di cîbicîkirina erkên we de serkeftin û gotûbêj bibin hevalên we.”

 

Qeredaxî herwiha eşkere kiriye: “Baweriyeke min a mezin bi we heye ku hûn li ser hemû astan bibin nûnerê herî baş ê Kurd û weke ku me berê dît, alîkariya biratî û niştimanî derxin holê û peywendiyên navdewletî bihêztir bikin û xizmeta gel û miletê xwe bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst