Nimet Dawûd: ENKS û Rêveberiya Xweser li ser destpêşxeriya Fransayê lihev kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Partiya Wekhevî û Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Nimet Dawûd, ragihand ku ENKSê û Rêveberiya Xweser li ser destpêşxeriya Fransayê lihev kirine.

Endamê Desteya Serokatiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Nimet Dawûd di dem beşdarbûna bernameya Çavê Sêyem a Rûdawê de,  da zanîn ku roja 18ê Nîsanê bepirsên Fransî ligel şandeke ENKSê û Rêveberiyê Xweser û pêkhateyên wê cuda civiya bûn û kaxetek ji herdu aliyan re pêşkêş kiribûn.

Li gor Nimet Dawûd ew kaxeta Fransî nêrîneke giştgîr bû û di navde xalên dirustkirina baweriyê hebûn, ji wan serbestkirina karê siyasî ji bo hemû aliyan bê destûr ji tu alî û serbestberdana girtiyan û çend xalên din.

Serkirdeyê ENKSê eşkere kir ku ENKS û ew projeya Fransî bi temamî qebûl kiriye û aliyê Rêveberiya Xweser jî piştî mehekê ji derengmayinê ew qebûl kiriye.

Dawûd diyar kir ku xalên wê projeyê dê bi garantiya Fransayê bên cîbicîkirin û got ku niha ew li benda Fransiyan in da ku dest bi cîbicîkirina xalan bê kirin.

Dawûd got ku tu pirsgirêk û nakokiyaa wan wek ENKS bi Rêveberiyê re tune ye lê pirsgirêka wan PYDê re gu lêvegera siyasî ya Rêveberiyê ye.