Polîsên serbazî li Efrînê malên welatiyan talan dikin

01-06-2019
RÛDAW
Bi fermandariya Ebû Îs li Efrînê malên welatiyên Kurd têne talankirin
Bi fermandariya Ebû Îs li Efrînê malên welatiyên Kurd têne talankirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Efrîn Ebû Îs Talankirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)
- Polîsên serbazî yên hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê li Diwara Newroz li naverasta bajarê Efrînê malên welatiyan talan dikin.

Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku polîsên serbazî malên welatiyên Efrînê talan dikin.

Li gor çavkaniyê, rêbendeke polîsên serbazî bi fermandariya Ebû Îs li Diwara Newroz li naverasta Efrînê malên welatiyên Kurd talan dikin.

Li gor heman çavkaniyê, Ebû Îs û çekdarên xwe 1000 lîreyên sûrî wekî baca zorane li ser her dikanekî ferz dikin.

Herwiha dikan û malên xelkê ji xwe re didin bi kirê û her dikanekî bi 70000 lîreyên Sûrî didin bi kirê.

Çavkaniyê herwiha diyar kir ku Ebû Îs û çekdarên xwe otomobîlên welatiyên radigirin û bi hêceta desteserkirinê dibin cadeyekê û 5000 lîreyên Sûrî ji xwediyên otomobîlan distînin.

Herwiha, destê xwe danîne ser otomobîleke welatiyekî ku ji 4 salan ve li ba wî bûye û Ebû Îs û çekdarên xwe îda kirine ku otomobîla wan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst