Nadiye Murad bi girî û qêriyan vegeriya gundê Koço

01-06-2017
RÛDAW
Nadiye Murad îro serdana gundê xwe, gundê Koço kir.
Nadiye Murad îro serdana gundê xwe, gundê Koço kir.
Nîşan Nadiye Murad Koço Şingal DAIŞ
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Keça Kurda Êzidî Nadiye Murad ku ji destê DAIŞê rizgar bûye û Balyozê Niyetpakiyê ya Netewên Yekbûyî ye jî, îro serdana gundê xwe li devera Şingalê, gundê Koço kir.

 

Piştî ku gundê Koço yê Kurdên Êzidî ji destê çekdarên DAIŞê hat rizgarkirin, îro pêncşembî 1ê Hezîrana 2017ê Nadiye Murad keça Kurda Êzidî û Balyoza Niyetpakiyê ya Netewên Yekbûyî serdana wî gundî kir.

 

Nadiye Murad piştî zêdetirî 3 salan cardin karî serdana gundê xwe, gundê Koço bike, ku DAIŞê di êrişên xwe yên sala 2014ê de kontrol kiribû.


Gundê Koço yê li sînorê Şingalê gundê Nadiye Murad e û di êrişên sala 2014ê de, çekdarên DAIŞê li wî gundî komkujiyeke mezin pêk anîbûn.

 

Di êrişên DAIŞê yên sala 2014 de, şeş bira û dayika Nadiye Murad ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin.

 

Di vê serdana îro de, Nadiye Murad û xwîşekeka wî çûne nava xaniyê xwe û bi dîtina dîmenê wêraniya xaniyê xwe, dest bi girî û qêrînê kirin. Bi çûna nav xaniyê xwe, bîreweriyên jiyana wan ên di vê xaniyê de yên bi dayik, bav, xwîşk û birayên xwe re li ber çavên wan re cardin hayin bîra wan û bi hawar û qêriyan hestê xwe anîn ziman.

 

Gundê Koço 18 kîlometrî dûrî navenda bajarê Şingalê ye û berî êrişên DAIŞê di sala 2014ê de derdora 3000 kesan li wî gundî dijiyan ku piraniya wan Kurdên Êzidî bûn û beşek ji rûniştvanên wê jî muslimanên ser bi hoza Mentik bûn.

 

Di 3ê Tebaxa 2014ê de DAIŞê êrişî sînorê navçeya Şingalê û derdora wê kir û tenê li gundê Koço nêzîkî 1,300 kes an kuştin an jî bi xwe re birin.

 

Nadiye Murad

 

Çalakvaneka keç a Kurdên Êzidî ye.

Xelkê gundê Koço yê ser bi Şingalê ve ye.

Di sala 1993 de ji dayik bûye.

Di êrişên DAIŞê yên sala 2014ê de dayik û 6 birayên wê ji aliyê DAIŞê ve hatin gulebarankirin.

Yek ji wan keçên Kurdên Êzidî ye ku ji destê DAIŞê rizgar bûye.

Di sala 2016ê de weke berbijêra xelata Nobel bo aştiyê hat diyarkirin.

Herwiha di 2016ê de bi hevbeşî li gel keçeke din a Kurdên Êzidî ya bi nave Lemiya Beşar xelata Saxarovê wergirt.

Ji aliyê Netewên Yekbûyî ve weke Balyozê Niyetpakiyê hat hilbijartin.

Serok û serkirdeyên welatên weke Misir, Yûnan, Kuwêyt û Fransa û herwiha Şêxê Zanîngeha El-Ezher a Misirê pêşwazî li wê kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst