Navê Wanê ket pirtûka rekoran a Guinnessê

01-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Wan (Rûdaw) – Bi beşdariya zêdetirî 50 hezar kesî mezintirîn taştêya cîhanê li bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê hat xwarin. Nûnerê pirtûka Guinnessê jî ragihandin, bi vê yekê navê Wanê ket pirtûka Guinnessê.

Îro li bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê, mezintirî sofreya taştê ya cîhanê hat raxistin.

Her çiqas Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Wanê (VATSO) Necdet Takva gotibû wan amadekariyên zêdetirî 30 hezar kesî kirine lê li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Wanê, zêdetirî 51 hezar û 700 kes beşdarî taştêya herî mezin a cîhanê bûn.

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku Serokê VATSOyê ji ber vê yekê ku taştê têra hemû kesî nekiriye, lêborîn xwestiye.

Hat zanîn, nûnerên pirtûka rekoran a Guinnessê jî ragihandin ku bi vê çalakiyê navê Wanê ket pirtûka Guinnessê.

Rekora herî dawî ya taştêya cîhanê, li Amerîka û bi beşdariya 19 hezar kes hatibû şikandin.

Alîkarê Serokê Giştî yê AKPê Husên Çelîk jî beşdarî sofreya taştêya herî mezin a cîhanê bû.  





Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst