Hilbijartinên herêmî li Agiriyê dubare hatin kirin


Agirî (Rûdaw)- Bajarê Agiriyê ku weke bajarê serhildanê tê naskirin, di hilbijartina şaredariyê de ji BDP û AKPê re mazovaniyê dike.

BDPê li ser kurdayetiyê û AKPê jî li ser xizmetê û nîmetên desthilatdariyê xelkê bi aliyê xwe ve dikişînin.

Bi deh hezaran şêniyên Agiriyê ji bo tercîha xwe bike berê xwe dan ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîn.

Di hilbijartina Agiriyê de ewlehiyeke berfireh a polîsên sivîl, tîmên taybet û polîsên fermî bal kişand.

BDPê di wê baweriyê de ye ku AKPê ji ber ku bi hêza gel nikare, bi rê û rêbazên ne demokratîk dixwaze hilbijartinê werbigre.

Namzedê BDPê yê Agiriyê Sirri Sakik dibêje “AKPê berevajî BDPê difikire û dibêje binpêkirin tine ne û polîs tenê ewlehiya hilbijartinê digre û ji bo aramiya hilbijartinê li ber dibistanan karê xwe dikin”.

Ev hilbijartin hem ji bo Sirri Sakik û hem jî ji bo Hasan Arslan gelek girîng e. Hilbijartina ne tenê çarenûsa Agiriyê, di heman demê de dê çarenûsa her du namzedan a di nava partiyên wan de jî diyar bike.