Sirri Sakik serkeftina BDPê li Agiriyê ragihand

 

Agirî (Rûdaw)- Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) serkeftina xwe di hilbijartinên herêmî yên ku îro li Agiriyê dubare hatin kirin, ragihand.

Namzedê BDPê yê Agiriyê Sirri Sakik di daxuyaniyekê de serkeftina xwe di hilkbijartinan de ji rojnamevanan re ragihand û got ku “şaredariya Agirî wê di bin serokatiya BDPê de karên xwe berdewam bike”.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Agiriyê got ku heta niha 91% ji sindoqên dengdanê hatine vekirin û li gor amarên ne fermî BDPê 51% û AKPê 45% ji dengan bi dest xistine.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku ji hejmara sindoqên ku li Stadyoma Werzişê ya Sergirtî ya 15ê Nîsanê hatine berhevkirin, 45 sindoq hatine vekirin û li gor amarên ne fermî BDPê serkeftiye.

Her li gor peyamnêrê Rûdawê, endam û alîgirên BDPê li Agiriyê şahiya serkeftinê li nav koçe û kolanan dikin.