Li Dêrikî kadirekî PDK-Sê ji aliyê asayişê ve hat girtin


Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ji aliyê hêzên asayişa ku bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) vet ê naskirin, hat girtin.

Endamê komîteya têkiliyên derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Dêrikê Omer Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “duh saet 12.30 şevê hêzeka asayşa PYDê avêtin ser mala kadirê PDK-Sê Mesûd Mişo li Dêrikê û ew û otombîla wî ber bi cihekî nediyar ve birin”.

Omer Îsmaîl ku yek ji endamên PDK-Sê ye, got ku “çend kes ji komîtya têkiliyên derve ya ENKS li Dêrikê ji bo berdana Mesûd Mişo, bi komîteya têkiliyên derve ya TEV-DEMê re rûnişt”.

Bi gotina Îsamîl, “di encama danûstandinan de, TEV-DEMê otombîla Mesûd Mişo radestî birayê wî kir, lê got bila Mesûd li ba me bimîne”.

Di dawiyê de endamê PDK-S Omer Îsmaîl got : div ê dema dawî de gelek kes li Dêrikê têne revandin beriya 2 rojan jî kesek bi nave Mihemed Îd hisên hatiye revandin û beriya wî jî 2 kes bi nave Omer Nûrî û Umran Salih Osê û azad şêrzad Yeqûb  hatine revandin û hê çarenivîsa wan ne diyare .

Omer Îsmaîl diyar kir ku “di vê dema dawî de rewşa bajarê Dêrik gelek ne aram bûye û revandin tê de zêde bûye”.