Barzanî û Karayilan li ser konferansa neteweyî axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Peywendiyên derve yê PKKê Ehmed Denîz ji Rûdawê re ragihand ku serokê Konseya Rêveber a KCKê Mûrad Karayilan û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî berî mehekê ligel hev civiyane. Denîz diyar kir ku Yekîtiya Ewrûpa heye, çima yekîtiya kurdan çênebe.
Ehmed Denîz di peywendiyekî telefonî de li ser hevdîtina navbera Barzanî û Karayilan de ji Rûdawê re ragihand: “Em peywendiyên navbera kurdan de pir giring û normal dibînin. Êdî divê ev hevdîtin xurtir bibin. Me wekî tevger di demên borî de ligel piraniya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hevdîtin çêkir.”
Denîz behsa naveroka hevdîtinan kir û wiha pêdeçû: “Di hevdîtinan de me li ser pêvajoya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, pêşketinên rûdidin, peywendiyên navbera kurdan û em dikarin çawa wan peywendiyan xurt bikin guftûgo kirin. Divê kurd çawa nêzî vê pêvavoyê bibin. Herwiha pêvajoya niha li bakûrê Kurdistanê hatî destpêkirin mijarekî din a hevdîtinan bû.”
Me di hevdîtinan de fikrên xwe anîn ziman
Ehmed Denîz behsa hevdîtina navbera Karayilan û Barzanî kir û wiha got: “Di hevdîtinê de pêşketinên bi giştî li herêmê û parçeyên Kurdistanê çêdibin, ligel hemû tevgeran hatin guftûgokirin. Me di hevdîtinan de fikrên xwe anîn ziman û wan jî fikrên xwe vegotin. Ev mijar ligel serokê Herêma Kurdistanê Kek Mesûd jî hat guftûgokirin.”
Berpirsê Peywendiyên derve yê PKKê Ehmed Denîz cih û dema hevdîtina Barzanî û Karayilan eşkere nekir.
Mijara konferansa neteweyî hat guftûgokirin
Denîz diyar kir ku di hevdîtina Barzanî û Karayilan de mijara konferansa neteweyî jî hatiye guftûgokirin û wiha got: “Di hevdîtina ligel Barzanî de li ser konferansa neteweyî jî hevdîtin hatin kirin. Herdu alî germ nêzî konferansê bûn. Wekî KCK, ev demek dirêje ji bo konferansek neteweyî yan jî platformekî neteweyî hevdîtinên me çêbûn. Me fikir û dîtinên xwe ji wan re vegot û yên wan wergirtin.”
Denîz derbarê vê mijarê de wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Me di hevdîtinan de li ser giringiya lidarxistina konferansê axivî. Em wekî gelê kurd çawa dikarin di vê pêvajoyê de berjewendiyên gelê xwe biparêzin, yekîtiya xwe pêşbêxin û helwestekî neteweyî pêşbixînin. Bi giştî hemû partiyên kurdî erênî temaşeyî vê yekê dikin. Hemû aliyan ragihand ku dema konferansê hatiye û em tevlî dibin. Niha xebatên me berdewam in. Bi hêviya di demê pêş de emê bi xebata hemû aliyan encamekî baş ji bo gel û neteweya xwe bidestbixin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistan û hemû partiyên başûr piştgirî dabûn vê pêvajoyê
Berpirsê Peywendiyên derve yê PKKê Ehmed Denîz li ser helwesta Herêma Kurdistanê ya li hemberî vekişîna gêrîllayên PKKê jî wiha got: “Vekişîn berdewam e û ger çi astengî çênebin, wê berdewam bike. Di civîna berî du mehan de jî daxwaz hatibû kirin ku hikûmeta Herêma Kurdistan û Bexdayê jî bi awayekî erênî nêzî vekişîna gêrîllayan bibin. Ji xwe hikûmeta Herêma Kurdistan û hemû partiyên başûr piştgirî dabûn vê pêvajoyê. Gotin tişta bikeve ser milê me, emê pêk bînin.”
Em wek KCK nûnertiya xeta sêyemîn dikin
Denîz li ser daxuyaniya hikûmeta Iraqê ya li hemberî vekişîna gêrîllayan jî wiha got: “Ev pêvajo ne li dijî ti kesî ye. Ev vekişîn ne li dijî ti hêzekê ye. Parçeyek ji pêvajoya li bakûrê Kurdistanê ye. Di siyaseta me ya giştî ya KCKê ya beramberî herêmê de ti guhertin çênebûne, em nabin aliyê ti aliyekî din. Em wek KCK nûnertiya xeta sêyemîn dikin. Çareserî di xeta sêyemîn de ye û nabê êdî xwîn birije. Mirov dikare hemû pirsgirêkan bi mûzakere û diyalogan çareser bike.
Li ser pirsa wê serdanên we yên bi vî awayî berdewam bikin, Ehmed Denîz wiha got: “Dema serokê Rûsya û Amerîka digihin hev tiştekî normal tê dîtin, lê dema du serokên kurdan digihin hev pir ecêb tê dîtin û tû dibêjî qey dinya xirab dibe. Ji berî her tiştî ev ji bo me kurdan şerme, divê em vê derbas bikin û pêvajoyekî nû heye. Kurdistan jî di pêşketinên li navçeyê rûdidin de faktorekî serekî ye.”
Yekîtiya Ewrûpa heye, çima yekîtiya kurdan çênebe
Berpirsê Peywendiyên derve yê PKKê Ehmed Denîz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo çareseriya pirsa kurd, bakûrê Kurdistanê xala serekî ye. Ji ber parçeya herî mezine û dagirkireriya herî mezin li wê ye. Ji bo vê divê peywediyên navbera kurdan de zêdetir û zelaltir dibin. Yekîtiya Ewrûpa, Yekîya Efrîqa, Yekîtiya Ereban û her cihê heye, çima yekîtiya kurdan çênebin. Çima êdî kurdî bi eşkere û vekirî ligel hev nerûnin. Wê di dema pêş de ev hevdîtin berdewam bikin.”