Mesrûr Barzanî Roja Karkeran pîroz kir

01-05-2024
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî 1ê Gulanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di 1ê Gulanê de got, “Em erk û rola karkerên Kurdistanê bilind dinirxînin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi peyamekê 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî pîroz kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja karkerên Îraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê pîroz kir û got:

“Em bi minasebeta roja karkeran a cîhanî, pîrozbahiyê li tevahiya karkerên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikin.

Erk û rola berçav a karkerên Kurdistanê ya di warê avedankirin û bipêşxistina aboriya Kurdistanê de bilind dinirxînin.”

Mesrûr Barzanî di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser rewşa karkeran jî û wiha got:

“Em pabendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo baştirkirina jiyana karkeran û parastina mafên wan bi taybetî di warê tenduristî, silametiya pîşeyî û dabînkirina mafên wan ên bingehîn dubare dikin.

Roja karkeran a cîhanî pîroz be û bi hêviya jiyaneke hêja û baştir ji bo karkeran.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst