Serdana Serok a vê carê

Dawiya dawî hewldanên çend salên borî yên Serokê Herêma Kurdistanê yên ji bo pêkanîna têgihîştineke hevbeş di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de, tevî hemû kelemên ku derdiketin pêşiya wan hewldanan û li pêşiya wan dihatin danîn, armanca xwe hingavtin.

Vê neqlê, serdana Serok a Bexdayê ji her demê serkeftîtir bû. Bexda bi hembêza xwe ya germ û vekirî, ji her carê zêdetir amadebûna xwe ji bo pêşwazîkirin, pejirandin û şopandina nêrîna çareserîxwaz a Serok Nêçîrvan Barzanî nîşan da û ev amadebûn jî bi awayekî eşkere di daxuyaniyên serkirde û kesayetên siyasî yên bibandor ên Bexdayê de derket holê.

Di encamê de, bingeha bawerîanîna bi vê rastiyê derket holê ku çendik û çend sal in Hewlêr û Bexda di hevrikiya hev de, tenê şiyan û demê ji bo pêkanîna tiştekî ne mimkûn vala xerc dikin, heke na ne Bexda dikare Herêma Kurdistanê vegerîne berî destûrê, ne jî Herêma Kurdistanê dikare bêyî piştevaniya Bexdayê bi rê ve biçe, ne derfeta Kurdan heye ku li derveyî vê erdnîgariya siyasî hebin, ne jî mecalek ji bo gurbûna ramanên şoven û înkarkirina Kurdan û mafên wan maye.

Erê! Ne liqalibdana Kurdistanê û dorpêçkirina gelê wê dê heybet û hêzê ji bo Bexdayê vegerîne û bi kêrî gelê Îraqê were, ne jî Kurdistan dikare bêyî mineta Bexdayê û tevî astengî û dorpêçên wê, weranbûna xwe berdewam bike. Ne jî ti sûd û xêr û qezencek ji vê hevrikiya bêwate ji ti aliyekî re hebû û heye.

Lêbelê di rewşekê de berovajî vê korerêya nikilkirina hev û hevrikiya kelevajî ku bi ti awayî berjewendiyên gelê Îraqê nîşan nade, rêyeke din a vekirî bi piştevaniya navdewletî li pêşiya her du aliyan heye ku ev çend sal in Serokê Herêma Kurdistanê hewl dide ku hemû alî bibînin û bidin ser: Rêya avakirina baweriyê û bihêzkirina girêdanê û bi hev re avakirina dîwanxaneya siyasî ya Bexdayê, bihevrebûn û bi hev re biryardana li ser asta pirsên hevbeş, xwedîderketina li pirs û pirsgirêkên hev, parastina berjewendî û mifayên bi hev ve girêdayî yên hemû şêniyên welêt. Rêya dabînkirina aramî û yekrêziya niştimanî, vegerandina vîn, serwerî û serxwebûna biryardanê ji bo Îraqê, wergirtina rêya paşerojê, rêya bipêşketin û avakirina siberojê.

Di rastiyê de, du destkeftên ku di vê serdanê de hatin bidestxistin û du pirsgirêkên ku bi awayekî bingehîn hatin çareserkirin, em dikarin wekî nimûne ji bo wê hevtêgîhiştin û coşdariya hevbeş a ku li Bexdayê derket holê û di vê serdanê de bi zelalî hat dîtin, destnîşan bikin: Pirsa mûçeyê û pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê.

Pirsa mûçeyê li ser bingeheke xurt hat çareserkirin ku êdî divê di demeke nêzîk de mûçe û hatina mûçeyan nebin mizgînî û sernûçeyên bultenan.

Nêzîkbûna elîta siyasî ya Bexdayê ji nêrîna çareserîxwaz a Serok Nêçîrvan Barzanî û pejirandina wê nêrînê wekî qencîxwaziyeke niyetpak ji bo berjewendî û xêra hemû akinciyên Îraqê, belgeyeke pêbawer ji bo kutakirina pirsa mûçe û debara gelê Kurdistanê ye.

Ji xeynî ku pirs ji hêla qanûnî ve û bi biryara Dadgeha Federal bi awayekî konkrêt hatiye çareserkirin, careke din jî soz ji Serokê Herêma Kurdistanê re hat dayîn ku êdî mûçeyên xelkê bi ti nakokiyên siyasî re neyê tevlihevkirin.

Mijara hilbijartinên Kurdistanê û coşdarî û xwebeşdardîtina dezgehên federal û elîta siyasî ya Bexdayê di vî warî de, xemxwariya wan ji bo ku bi “lihevkirin û beşdariya hemû alî û pêkhateyan û paqij, wekhev û dadmend” were sazkirin, nîşaneke din a kûr a wê hevtêgihîştina ku derketiye holê ye, hevtêgihîştina ku pêkanîna hilbijartinên Kurdistanê bi awayekî serkeftî, di sûd û berjewendiya aramiya tevahiya Îraqê de dibîne.

Têgihîştina Bexdayê ji hewlên niha yên Serokê Herêma Kurdistanê ji bo ku hilbijartin bi “beşdariya hemûyan û bêyî biçûkxistin û xwarina mafên pêkhateyan” were pêkanîn.

Di heman demê de têgihîştina wan ji hewlên wî yên salên borî yên ji bo lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de û bêyî bipaşxistin, piştevaniya nêrîna niştimanî û Kurdistanî û xemxwar a Serok Nêçîrvan Barzanî dike ku armanca wî ya dawî ji sazkirina hilbijartinan serkeftina Kurdistanê û xurtbûn, vegera rewatiyê û gelpesendiya saziyên Herêma Kurdistanê ye.

Vê carê mijara mûçe û hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi hevtêgihiştina ligel aliyên Bexdayê hat çareserkirin, ev çareseriyeke hêgin e. Parastina vê hevtêgihiştinê çareseriyê ji bo Herêma Kurdistanê diparêze.